Li Munîhê jinên Kurd ji bo Celaliyan azadî xwestin

Ji bo Zeynep Celaliyan a li Îranê girtiye li Munîhê çalakî pêk hat.

Ji bo Zeynep Celaliyan a li Îranê  girtiye li Munîhê çalakî pêk hat.

Jinên Kurd ên li bajarê Munîh Ê Elmanyayê dijîn, ji bo Zeynep Celaliyan ku li Îranê bi sedema endama PJAK’ê ye hatiye girtin, çalakî pêk anîn.

Jinan Sefaretxaneya Îranê protesto kirin û maseya agahdarkirinê ya Parîenplatz vekirin, îmze berhevkirin û belavok belav kirin.

Jinan çelenga reş danîn ber sefaretxaneyê, îmzeyên xwe radestî nûneran kirin û di çalakiyê de bê navber dirûşmên, "Em hemû Zeynep Celaliyan in", "Jin jiyan Azadî" berz kirin.

...