Hedefa jinên Dêrsimê kooperatîf e

Jinên Dêrsimî, berhemên xwe yên ji hunera karên destan, her sal di Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de nîşan didin. Leyla Akyildiz a dikaneke biçûk vekiriye û jin li hev kom kiriye dibêje, armanca wê avakirina kooperatîfê ye.

Jinên Dêrsimî, berhemên xwe yên ji hunera karên destan, her sal di Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de nîşan didin. Leyla Akyildiz a dikaneke biçûk vekiriye û jin li hev kom kiriye dibêje, armanca wê avakirina kooperatîfê ye.

Li Dêrsimê ji aliyê Leyla Akyildiz ve dikanek hat vekirin û di dukanê de alavên febrîqeyê tine ne. Her tişt bi destan hatiye çêkirin. Ji kevirên Mûnzûrê alavên cur bi cur,  darên hişk û palamutê hatine boyaxkirin û bi bîranînên Dêrsimê hatine xemilandin. Patik, lîf, xişirên bi destê jinan hatin çêkirin, keda jinê jî datîne holê.

DEMA JI DÊRSIMÊ DERKETIM PIR XEMGÎN BÛM

Leyla Akyildiz diyar kir ku berê şert û merc xerab bûn û wiha got: "Ev bi salane ez bi vî karî re mijûl dibim.  Ez ji berê ve hunera karê destan dikim. Beriya bi salan dema ji Dêrsimê derketim gelek xemgîn bûm.  Ji ber ku xeyalên min hebûn. Li her kolana Dêrsimê bîranînek min hebû. Piştî bi salan ez dîsa hatim û ew bîranîn dîsa derketin pêş min. Bi hêza ku wan bîranînan da, min ji nû ve zindî kir.  Ji bo bigihêjin xeyalên xwe ez gav bi gav hatin vê astê."

Akyildiz bi lêv kir ku bi salan li Enqereyê maye û çûye kursan û got: "Piştî bi salan ez dîsa hatim warê xwe. Ji bo bigihêjim hedefên xwe min xebat meşand."

ÇANDA KOPERATÎFÊ DI ESASÊ DE AVA BÛYE

Akyildiz bal kişand ser kooperatîfa jinan û wiha pê de çû: "Jin li Dêrsimê gelek jîr in. Hildiberînerin.  Li malê dixebitin, li rez û baxçeyan dixebitin.  Karê destan çêdikin. Mirov dinêrin ku ji xwe çandeke kooperatîfê hatiye avakirin. Her sal di festîvalên tên kirin de dîtina jinan mumkune.  Ji xwe stand rêz bi rêz hene û di her standê de keda jinê heye. Yek patîle çêdike, yek lîfan, yek patikan. Yên din xişir çêdikin.  Dema ez nû hatim Dêrsim ez bi vî karî re mijûl bûm. Piştre min dikanek biçûk vekir û min xebatên xwe li vir berdewam kir. Niha ez li dikana xwe bi xebatên hunera destan re eleqeder dibim.  Ez dixwazim jinan bînim cem hev û xebatek mezin derxînim holê. Dayikên Dêrsimê xwestin ez karê destan ên wan çêkirine bifiroşim. Dayikek hat lîfên xwe anîbûn. Piştre bi piştevaniyê min xwe gihand hevalên jin û me xwest em keda xwe mezin bikin."

BANGA LI JINAN

Akyildiz di dawiya axaftina xwe de  da zanîn ku ew dixwazin têkoşîna jinan bi avakirina kooperatîfê xurt bikin û got: "Ji bo em keda xwe û nanê xwe nedin dizîn,  em banga piştevaniyê li jinên Dêrsimê dikin."

...