Li Marsîlyayê Festîvala Jinê ya Arîn Mîrxan hat lidarxistin

Yekemîn Jinê ya Arîn Mîrxan a li bajarê Marsîlyayê, di roja 3. de li Navenda Çandê ya Dock des Suds dewam kir.

Yekemîn Jinê ya Arîn Mîrxan a li bajarê Marsîlyayê, di roja 3. de li Navenda Çandê ya Dock des Suds dewam kir.

Festîval bi dirûşma "Bijî neteweya demokratîk, bijî jinên azad" pêk hat û bi hezaran jin beşdar bûn. Tevî jinên Kurd jinên Berberî, Fransî, Fîlîstînî û jinên ji gelek neteweyên cuda tevlî 1. Festîvala Jinê ya Arîn Mîrxan bûn.

Beriya destpêkirina bernameya bingehîn a festîvalê, dokûmantera "jinên ji bo azadiyê dimeşin" a ji aliyê 13 rêxistinên Komîteya Meşa Jinên Cîhanê (PACA) ve hat amadekirin hat nîşandan. Dûre panelek hat lidarxistin. Di panelê de rojnamevan Gonul Kaya li ser rola jinê ya di şoreşa Rojava de rawestiya. Ji Navenda Çanda Elewî ya Strasboûrgê nûnerek, û ji rêxistina jinên Fransayê Collectif 13 rêveberek weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Di axaftinên li semînerê de hat ragihandin ku azadiya civakê bi azadiya jinê dibe û bal hat kişandin ser rola jinê ya di têkoşîna azadiyê yan jî şoreşan de. Qisekeran dan zanîn ku dijderketina li otorîteyê bi tenê dijderketina li otorîteya dewletê nîne, divê li malê yan jî li qada kar jî li hemberî otorîteyê qwere derketin û hat ragihandin ku li gelemperiya cîhanê rojane bi hezaran jin ji ber otorîteya mêr a li nava malê rastî zext an jî îşkenceyê tên û tên qetilkirin. Piştî semînerê bernameya bingehîn a festîvalê destpê kir.

Li ser dika festîvalê, tevî posterên Arîn Mîrxan û Sema Yuce, wêneyên mezin ên sê jinên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin. Di destpêkê de koma muzîkê ya Fransayê Les Poulettes derket ser dikê.

Piştî stran û performansa Les Poulettes, rojnamevan Gonul Kaya peyama Partiya Jinên Azad a Kurdistanê ya ji bo 1. Festîvala Jinê ya Arîn Mîrxan xwend. Hat destnîşankirin ku çalakiya fedaî ya Arîn Mîrxan ne tenê derbeke fîzîkî ya li DAIŞ'ê hatiye xistine, di heman demê de derbeke xurt a psîkolojîk e.

Di peyamê de hat gotin, "Di şexsê Arîn Mîrxan de jinên Kurd hemû hesabên welatên emperyalîst û dewleta TC ên li ser Rojava xera kirine, çeteyên DAIŞ'ê têk birine, pêlikeke din a ber bi azadiyê ve hilkişiyane û gaveke din xwe nêzî azadiyê kirine."

Di festîvalê de performansa zindî ya projeya "LEYLA" ji aliyê koma danê ya NÇM a Stenbolê ve hat pêşkêşkirin. Dûre hunermenda Fransî Aurélie Lomberol derket ser dikê.

Herî dawî jî hunermenda NÇM'ê Rojda bi stranên xwe reng da festîvalê.

...