BI DÎMEN

Gerîlayên YJA Starê Sema Yuce bibîr anîn

Gerîlayên YJA Star'ê şoreşgera Kurd Sema Yuce, di salvegera 17. a çalakiya wê de, bibîr anîn.

Şoreşgera Kurd Sema Yuce a ku di girtîgeha Tirkiyeyê ya Çanakkale de ma, ji bo ku helwesta xwe bi rengekî zelal li dijî xeta xiyanetê raber bike, bi gotina "Çawa ku di asîmanan de du roj nabe, ji bo me jî tenê rojek heye" re di sala 1998'an de bedena xwe da ber agir. Gerîlayên YJA Star'ê yên ku têkoşera Kurd Sema Yuce wek xeteke îdeolojîk digirin dest, ew di 17. salvegera çalakiya wê de bibîr anîn.

PIRA AZADÎ Û BERXWEDANÊ BI SER KET

Gerîlaya bi navê Bengî Dîren bi van gotinan ve bal kişand ser wateya çalakiya Sema Yuce; "Di meha Hezîranê de gelek şehadetên mezin hatine jiyan kirin. 7'ê Hezîranê salvegera şehîdbûna heval Gulan e, 30 Hezîranê salvegera şehîdbûna heval Zîlan'e, ji xwe 17'ê Hezîranê jî salvegera şehîdbûna hevrê Sema Yuce ye. Berî her tiştî ez di şexsê heval Sema de giştî şehîdên şoreşê bibîr tînim.

Çalakiya hevrê Sema li dijî paşverûtiya hundurîn û îxaneta ku dihat jiyan kirin bû. Gotineke heval Sema ya pir bi wate heye, dibêje ku; 'Çawa di asîmanan de du roj nabin, ji bo me jî du roj nabin.' Ev gotin bersiva herî mezin a li dijî xeta îxanetê ya ku di pêşengiya Mehmed Can yuce de dihat jiyan kirin bû. Heval Sema digot ez dixwazim ji 8'ê Adarê heya 21'ê Adarê bibim pirek. Xwest pêşiya şaştiyên ku dihatin jiyîn bigire û li hemberî wê xeta azadî û berxwdanê derxe pêş. Ji ber wê dikarim bêjim ku pira azadî û berxwedanê bi serket.

FÎKRÎ BAYGELDÎ JÎ DI ŞOPA SEMA DE XWE JI NÛ VE AFIRAND

Piştî çalakiya heval Sema heval Fîkrî Baygeldî jî çalakî lidar xist. Ev çalakiya heval Fîrkî tê vê wateyê; ger jin xeta azadiyê pêş bixe pêşengiya wê bike, dikare guhertin û veguhertinê di zilam de jî bide çêkirin. Heval Fikrî gotibû, 'Heval Sema fermandara min e'. Ev tê wateya ku dema tu bibî kesayetek pêşeng, bi rengek xwezayî wê her kes di şopa te de bimeşe. Bi vê boneyê em bejna xwe li hember heval Sema ditewînin. Divê em jî di şopa heval sema de xwe di lêpirsînek kûr de derbas bikin da ku em bikaribin bibin milîtanên Serok APO. Em dikarin kesayeta heval Sema mînak bigirin ji bo em pêşengî ji projeya Rêber APO a Modernîteya Demokratîk re bikin. Ji ber yê ku wê pêşengî ji vê projê re bike helbet jin e. Pêwîste em jî li gor wê tevbigerin da ku em pêşengiyek xurt ji şoreşê re bikin."

EW BÛN ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ JI BO TEVAHIYA JINÊN CÎHANÊ

Gerîlaya YJA Star'ê Delîla Metîna jî bal kişand ser xeta îdeolojîk û bi van gotinan Sema Yuce bibîranî; "Di serî de di şexsê heval Sema de ez tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînim. Di 17. salvegera şehîdbûna heval Sema de ji bo me tişta herî girîng di şopa hevrê Sema de xwe ji nûve afrandine. Ji ber heval Sema jî dibêje 'xwe ji xweliya xwe ji nûve ava kirin'. Di esas de heval Sema dizanibû ku wê bi hezaran jinên ku rabin di şopa wê de bimeşin û ji nûve xwe ji xweliya wê biafrînin. Ya din em dikarin bêjin ku çalakiya heval Sema bû bersiva rêderketina ku di zinadanê de dihat jiyan kirin. Çalakî, berxwedan û fedaîtiya ku hevrêyên me yên şehîd raber kirine bû çavkaniya îlhamê ji bo tevahî jinên cîhanê. Êdî hemû jinên cîhanê berê xwe didin tevgera azadiya jina Kurd. Ji ber wê her sala ku em heval Sema bibîr tînin em wek jin têkoşîna xwe bilindtir dikin. Di vê bingehê de careke din hemû şehîdên şoreşê bibîrtînim û soza bilind kirina têkoşînê li hemberî wan nû dikim."

ÇALAKIYA HEVAL SEMA BÛ BERSIVA PIRSA ÇAWA BIJÎ

Gerîlaya bi navê Hêzil Botan jî Sema Yuce bibîr anî û bal kişand ser artêşa jina Kurd a ku di pêşengiya şehîdên sembol de mezin bûye. Botan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; "Çalakiya heval Sema li dijî îxanetê bû. Her wiha bi çalakiya xwe ve bersiva herî mezin ji pirsa 'Çawa bijîn' re da. Ango heval Sema derbek mezin li koletiya ku li hember jinê dihat ferz kirin da. Bi vî rengî jî xeta jina azad danî holê. Ji ber wê bi hezaran jinên Kurd, her wiha jinên cîhanê di rêya heval Sema de hatin û vaye îro artêşa me ya jina Kurd her diçe berfireh dibe. Ev çi artêşa YJA Star be, çi artêşa YPJ, HPJ û çi jî artêşa jin a YPJ-Şengal be. Di vê bingehê de em wek gerîlayên YJA Star careke din rêheval Sema û tevahî şehîdên jin bibîrtînin û soza ku emê her roj xwe di şopa wan de ava bikin didin û bejna xwe li hemberî hemû şehîdên şoreşê ditewînin."

...