NY bi mijara jinên Êzidî wê konferansekê li dar bixe

Li NY sibe bi mijara, “Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye” wê konferansek bê lidarxistin.

Li NY sibe bi mijara, “Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye” wê konferansek bê lidarxistin.

Li Neteweyên Yekbûyî (NY) sibe bi sponsoriya Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ), Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE), Meclîsa Jinên Kurd ên Êzidî Bêrîvan û Femmes Solidaire wê konferansek bê lidarxistin.

Konferans wê sibe di navbera saet 16:00- 17:30’î de bê lidarxistin. Yek ji endama Komîteya Amadekar Canan Polat got: “Yek ji armancên girîng a konferansê ev e ku qîrînên jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’a hov ve hatin revandin bînin rojeve NY. Ji bo kampanyaya ‘Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye’ em bang li tevayî jinên cîhanê bikin û bigihînin asta gerdûnî girîng e."

Di konferansê de wê moderatoriyê ji Meclîsa Jinên Kurd ên Êzidî Leyla Boran bike. Kesên di konferansê de biaxin ev in:

Leyla Boran, nûnera Komeleya Hiqûqnasên Demokrat a Navneteweyî ya Îtalyan Barbara Spînellî, nûnera CENÎ Canan Polat.