Encamnameya civîna Meclîsa Timî ya KJA’yê
Di encamnameya civîna Meclîsa Timî ya KJA’yê de hat destnîşankirin ku divê azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin û bi vî rengî muzakere destpê bike.
Di encamnameya civîna Meclîsa Timî ya KJA’yê de hat destnîşankirin ku divê azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin û bi vî rengî muzakere destpê bike.
Di encamnameya civîna Meclîsa Timî ya KJA’yê de hat destnîşankirin ku divê azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin û bi vî rengî muzakere destpê bike.
Meclîsa Timî ya KJA’yê encamnameya civîna xwe ya di 20’ê Hezîranê de li Amedê pêk anî aşkera kir.
KEDA TEVGERA AZADIYA JINÊ
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku serketina hilbijartinan a HDP’ê, serketina gelê Tirkiyeyê ye û hat gotin ku ew mînetd arê kesên ku di êrîşên pêvajoya hilbijartinê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, ne.
Hat ragihandin ku HDP bi perspektîfa temsîliyeta wekhev ketiye hilbijartinê û vê jî di serî de li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û Cîhanê deng vedaye, ji bo tevgerên jinên cîhanê jî bûye çavkaniya îlhamê. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li meclîsa me temsîliyeta jinê zêde bûye. Ev jî bedelên mezin yên tevgera azadiya jinê û keda wan pêk hatiye.”
Di encamnameyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê nîşan daye ku perspektîfa neteweya demokratîk ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirinê. Di vê de di xebatên hilbijartinê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine meşandinê de, reng û keda jinê hatiye nirxandin, di hilbijartinan de careke din derketi ye holê ku rêya diçe demokrasî û azadiyê ji beşdarbûna bi rêxistikirî a jinan derbas dibe. Hatiye nirxandin ku serketina di van hilbijartinan de derketiye holê, wê bandorê ne tenê li ser Tirkiyeyê li ser hemû Rojhilata Navîn bike. Azadkirina Girê Spî wek pêngavên şoreşger û radîkal hatine nirxandin û encamên vê pir alî hatine nirxandin. Di civînê de derketiye holê ku divê ev veguhere pêngavên demorasiyê yên nû.
'DIVÊ DEMILDEST PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ BÊ DESTPÊKIRIN'
Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû ku divê bi partî bikevin hilbijartinan û gelê me jî bi vê bawerî û beşdariyê bûye çavkaniya serketinê. Şoreşa jinan a Rojava ji bo me jinan bûye hêvî, hêz û moral. Li dijî polîtîkayên AKP’ê ku li dij azadî û jinê bû, jinên Kurd û Tirk paşê xwe dane vana û bend hilweşandine.”
Di berdewamiyê de hat gotin ku divê demildest pêvajoya muzakereyê bê destpêkirin û hat gotin ku sermuzakerevan Ocalane, divê azadî, ewlehî û tenduristiya Ocalan esas bê girtin.
Di encamnameyê de der barê nîqaşên koalîsyonê de hat destnîşankirin ku divê jin bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyê bibin û di avakirina destûra bingehîn de jî roleke çalak bilîzin.