Ji aliyê hevserê xwe yê doza hevberdanê lê vekir hat birîndarkirin

Li Edeneyê Fatma Yîgît ji aliyê hevserê xwe yê bi sedema li hev nakin doza hevberdanê lê vekiribû bi kerê bi giranî hat birîndarkirin.

Li Edeneyê Fatma Yîgît ji aliyê hevserê xwe yê bi sedema li hev nakin doza hevberdanê lê vekiribû bi kerê bi giranî hat birîndarkirin.

Jina bi navê Fatma Yîgît a li Taxa Sumer a girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê dimîne ji aliyê hevserê xwe Tamer Yîgît ê doza hevberdanê lê vekiriye, dema têkildarî zarokên xwe pêre diaxivî bi kêrê hat birîndarkirin. Piştî hevdîtin di demeke kurt de veguherî nîqaşan Tamer Yîgît qulm li xesûya xwe da, paşê hevsera xwe Fatma Yîgît kêr kir û ji cihê bûyerê reviya. Niştecihên taxê ku Fatma Yîgît rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Numune ya Edeneyê hat ragihandin ku rewşa Yîgît girane. Ligel vê hat diyarkirin ku rewşa Ayşe Aykiliç dayika Fatma Yîgît a rakirin Nexweşxaneya Çûkûrova Dr. Aşkim Tufekçî baş e.