JIN
Hemû Nûçe
-
Di bin çavdêriya dewletê de jinên Sûriyeyî ji bo fûhûşê tên firotin
Li navenda Rihayê, jinên Sûriyeyê di bin çavdêriya dewletê de ber bi sektora fûhûşê ve tê dehfdan. Li kampên ji bo Sûriyeyiyan hatine vekirin jî, jin weke hewî bi pereyan tên firotin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Viyana û Brukselê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê, çalakiyên li Ewropayê tên lidarxistin dewam dikin. -
Li sê navendan çalakiyên 'edaletê'
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê û li bajarê Hollanda Arnhemê, ji bo dîtin û darizandina kujerên komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an, çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin. -
Endam KJA’yê Hacîre Çetîn li Mêrsînê hat girtin
Endama KJA'yê Hacîre Çetîn li Mêrsînê piştî hat binçavkirin ji ber cezayê wê yê berê heye hat girtin. -
KJA: Polîsên AKP'ê di binê çavan de destavêtin û destdirêjiyê dikin
KJA'yê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa zayendî û îşkenceya di binê çavan de li jinan tê kirin, da. KJA'yê ragihand ku endama wan Sabîha Oran di binê çavan de rastî destdirêjî û îşkenceyê hatiye. -
Cara 3. giliyê 'bazara Êzidî' ya li Dîlokê hat kirin
Tevî pêşnûmepirs û giliyên 3 caran hatin kirin jî, li ser 'bazara kolekirina Êzidiyan' a DAIŞ'ê ya li Dîlokê, heta niha rayedaran ti daxuyanî nedane. Ev bêdengî rewşa tirsnak radixe pêş çavan. -
Li Viyanayê li dijî tecrîd û komkujiyê çalakiya 'qîrîna bêdeng'
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li xwerêveberiyan çalakî hatin destpêkirin. -
Ji bo qatilê Konûr cezayê hetahetayî hat xwestin
Dozgerê doza Elîf Konûr a sala bihurî di meha Tîrmehê de ji aliyê hevjînê xwe Savaş Kocabaş ve hatibû qetilkirin, ji bo Kocabaş cezayê hetahetayî xwest. -
Ji bo azadiya Ocalan li Stockholmê çalakiya jinan
Meclîsa Jinên Kurd a Amara, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her du hefteyan carekê çalakiyan lidar dixe, çalakiya xwe ya dawî li mezintirîn sûka sergirtî ya Skandînavyayê pêk anîn. -
Egîtîm Sen: Hatîce Dagli ne bi tenê ye!
Bi armanca piştgiriya Hatîce Dagli daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Ji bo kampanyaya îmzeyê alîkarî hat xwestin. -
Wê giliyê polîsên îstîsmarkar û îşkencekar ên li Rihayê bê kirin
Li hemberî îşkence û îstîsmara zayendî ya li hemberî jinan, ku li midûriyetên navçe û bajarê Rihayê di dema dawî de zêde bûne, jinên li Rihayê wê giliyê berpirsyaran bikin. -
'Evîndar ji aliyê zîhniyetê zayendîparêz ê AKP'ê ve hat qetilkirin'
Meclîsa Jinê ya KESK'ê û saziyên jinan, ji bo xwendekara pola 8. Evîndar Ogut a ji aliyê kekê xwe ve hat qetilkirin û li ser bûyerên şîdetê yên zêde bûne, civîneke çapemeniyê lidar xistin. -
Di çalakiya edaletê de banga 'komkujiyê ronî bike' li Fransayê hat kirin
Li bajarê Elmanya Frankûrtê, ji bo sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin. -
Li Hambûrg û Munchenê çalakiyên 'edalet û ronahiyê'
Li bajarên Elmanya Hambûrg û Munchenê, ji bo aşkerakirin û darizandina kujerên sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin. -
Li Parîsê çalakiya ‘Edalet û Ronahiyê’
Çalakiya her hefte li Parîsê bi navê ‘Edalet û Ronahiyê’ pek dihat, ji sedemên rêveberiya awarte ya li Fransa ji ber çalaki hatine qedexekirin ev sê heftene pêk nayen. -
Li Dusseldorfê ji bo sê jinan çalakiya edaletê
Ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê didome. -
Komuna Jinan a Ekîn Wan ava bû
Li Chûrê Komuna Jinan a Ekîn Wan ava bû. Di civîna damezrandinê de biryar hat dayîn ku xebatek li gorî ruhê pêvajoya nû were meşandin. -
Li Bordeaûxê panela 25'ê Mijdarê
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de panelek hat lidarxistin. -
Marhan a li ser rêya çalakiyê ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da
Welatparêza Kurd Hediye Marhan a ku li bajarê Elmanya Hambûrgê diçû çalakiyê, roja Şemiyê qezaya trafîkê derbas kir. Marhan duh jiyana xwe ji dest da. -
Dozgeriyê ji bo polîsê Dîlek Dogan qetil kir heta 26 salan ceza xwest
Li Stenbolê ji bo polîsê Dîlek Dogan qetil kir heta 26 salan ceza xwest. Lê dadgehê hê îdîaname qebûl nekiriye. -
Li Norwêcê konferansa 'Şîdeta li dijî jinê'
Li paytexta Norwêc Osloyê, li ser şîdeta li hemberî jinê konferansek hat lidarxistin. -
Îvana Hoffmann li ser gora xwe hat bîranîn
Şoreşgera enternasyonalîst Îvana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê li ser gora xwe hat bîranîn. -
'Jin jiyan azadî' bû dirûşma jinên cîhanê
Li Rotterdam, Goteborg, Helsînkî, Frankfûrt û Essenê meş û mîtîngên 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin. -
Terora AKP'ê li Viyanayê hat protestokirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, di çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê de, şîdeta li hemberî jinê û terora AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne hatin şermezarkirin. -
Jinên li Wanê name ji Ocalan û girtiyên siyasî re şandin
Aktîvîstên KJA û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi wesîleya 37. Damezrandina Salvegera PKK’ê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re nameya piştevaniyê şandin.