Jinên i Amedê, qetilkirina Evîndar Ogut ji aliyê kekê xwe ve, protesto kirin. Jinan, polîtîkayên zayendîparêz ên AKP'ê weke çavkaniya şîdetê nîşan dan.
Meclîsa Jinê ya KESK'ê û saziyên jinan, ji bo xwendekara pola 8. Evîndar Ogut a ji aliyê kekê xwe ve hat qetilkirin û li ser bûyerên şîdetê yên zêde bûne, civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Di civîna li Şaxê Hejmara 1. ê Egîtîm Senê de, nûnerên Serokatiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Meclîsa Jinê ya Ekîn Ceren û Navenda Jinê ya Kardelen amade bûn.
'AKP, DI TEMENÊ BIÇÛK DE TEŞWÎQA ZEWACÊ DIKE'
Li ser navê saziyên jinan Berdevka Demî ya Meclîsa Jinan a KESK'ê Muyeser Gulcemal daxuyanî da û diyar kir ku AKP bi guhertinên qanûnî re di temenê biçûk de zarokan teşwîqî zewacê dike. Gulcemal da xuyakirin, ku zarokên keç ên dixwazin ibçin dibistanê jî li şîdeta malbata xwe rast tên û got, "Evîndar Ogut a 14 salî ji aliyê kekê xwe ve hat qetilkirin. Berdêla polîtîkayên perwerdeyê yên zayendîparêz, bi canê xwe didin."
Gulcemal destnîşan kir ku zîhniyeta AKP'ê ya biryarê li ser kinc, rabûn, rûniştandin û şêweyê jiyana jinan dide, rêjeya şîdet û komkujiya li hemberî jinan qat bi qat zêde dike.
'BILA POLÎTÎKAYÊN ZAYENDÎPARÊZ WERIN RAKIRIN'
Gulcemal da zanîn ku li welêt rojane hema hema 5 jin tên qetilkirin, kiryar nayên cezakirin û got, "Em dixwazin polîtîkayên zayendîparêz ên AKP'ê ji holê bên rakirin û qanûn ji nû ve bên sererastkirin. Em dixwazin kiryar bên dîtin û cezakirin."