Egîtîm Sen: Hatîce Dagli ne bi tenê ye!
Bi armanca piştgiriya Hatîce Dagli daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Ji bo kampanyaya îmzeyê alîkarî hat xwestin.
Bi armanca piştgiriya Hatîce Dagli daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Ji bo kampanyaya îmzeyê alîkarî hat xwestin.
Hatîce Dagli ya ji bo Berkîn Elvan di tevna civakî de peyama ‘ Lanet li wan kesên ku zarokan qetil dikin û wek terorîst nîşan didin were’ belav kirî, mamostaya zanîsta Ol, Çand û Exlaqê ye, ji ber sedema ‘ Sucê şermê pêk aniye’ ji memûriyê hat dûrxistin. Şaxa Mêrdînê ya Egîtîm Sen ji bo balkişandina li ser sedema mafê kesî hatiye îhlal kirin daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “ Azadiya fikir ne sûc e, Hatîce Dagli ne bi tenê ye”, kampanyaya îmzeyê ji bo Daglî hat destpêkirin û alîkarî hat xwestin.
Serokê Şaxa Mêrdînê ya Egîtîm Senê Hamdûlah Yildirm wiha diyar kir: “Doza di 6’ê Gulana 2015’an li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ji ber sedema propagandaya terorê, wek meyla sûç nehat dîtin, der barê de biryara serbestiyê hat dayîn. Li gel vê jî ev 3’ê meh in nikare kar bike. Lê 2’yê Tîrmehê dest bi karê xwe kir. Di civîna Desteya Disiplîna Bilind a di 22’ê Cotmehê 2015’an de bi piraniya dengan ji memûriya dewletê hat derxistin. Di daxuyaniya fermî ya di dîroka 30’ê Mijdara 2015’an de ti têkiliya havala me Hatîce Dagli bi memûriyê re nemaye. Em dixwazin ji Wezareta Perwerdeya Mîllî van pirsan bikin.”
Yildirim wiha berdewam kir:
“Kesên ku Berkîn Elvan qetil kirine diyar in, lê hê jî lêpirsin nehatiye destpêkirin, hevalê me li hemberi vê rewşê fikrê xwe diyar dike çima dibe sûç? Li gor Xala 19. a Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Xala 19. a Hevpeymana Navneteweyî ya Têkîldarî Mafên Medenî Siyasî, her kes bêyî ti mudaxele bê kirin kîjan fikrî bipejirîne dikare qebûl bike, her kes azad e ku fikrên xwe devkî, nivîskî an jî çapkirî ragihîne û dîsa li gor Xala 10. a Hevpeymana Mafên Mirovên a Ewropa hevalê me di bin parastinê de ye, çima ji ber fikrên wê ji memûrtiyê tê derxistin.
Wextê ku parvekirinên hevalê me dibin sûç; lê kesên ku Berkîn Elvan û li Kurdistanê zarokên dikujin parvekirinên wan tên parastin; çima parvekirinên wan nakevin çarçoveya sûçan û çima der barê wan de ti doz nayên vekirin? Tê ditin cezayê ku li hevala me Hatîce hatiye birîn, bi temami bê hiqûqî, bê mafî ye.
Hê hevala me berendama mamostetiyê bû, bi qebûlkirina berendamtiya wê re çima pêvajoya kar û barê wê ne hate kirin? Tevî ku der barê wê de ti darizandin ne hatine kirin, çima mafê wê hatiye gaspkirin?
Pirsên ku me li jor pirs kirî muxatabê wê Wezareta Perwerdeya Mîllî ye, wê bersiva van pirsên me bide? Em bersiva van pirsên xwe dixwazin. Em wek Şaxa Mêrdinê ya Egitim Sen destûr nadin ku pêşeroja hevala me were tunekirin. Hevala me bi keda xwe mafê mamostetiyê girtiye, ne bi xêra kesekî girtiye.