Dozgeriyê ji bo polîsê Dîlek Dogan qetil kir heta 26 salan ceza xwest

Li Stenbolê ji bo polîsê Dîlek Dogan qetil kir heta 26 salan ceza xwest. Lê dadgehê hê îdîaname qebûl nekiriye.

Li Stenbolê ji bo polîsê Dîlek Dogan qetil kir heta 26 salan ceza xwest. Lê dadgehê hê îdîaname qebûl nekiriye. Prz. Tîmtîk got, "Heta di destê polîsan de çek hebin wê Dîlek û Tahîr Elçiyên nû bên qetilkirin.”

Lêpirsîna têkildarî Dîlek Dogan a 18’ê Cotmehê li Taxa Kuçukarmûtlû ya girêdayî navçeya Sariyer a Stenbolê ji aliyê polîs ve hat qetilkirin temam bû.

Lêpirsîn ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat meşandin. Di îdîanameyê de hat xwestin ku polîsê bûye sedema mirina Dogan ji sûcên, “kuştina bi qestî bi hewldana bi îxmal pêk hatiye” û “wesayîtên aîdî wezîfedarên raya giştî di sûc de bikaranîn” ji 20 salan heta 26 sal û nîvan di hepsê de bimîne. Îdîaname şandin 12. Dadgahe Cezayê Giran a Stenbolê.

PARÊZER TÎMTÎK: DÎLEKÊN NÛ, ELÇIYÊN NÛ WÊ BÊN QETILKIRIN!

Ji parêzerên Dogan, Ebrû Tîmtîk diyar kir ku lêpirsîn destpê kiriye, lê dadgehê hê jî îdîaname qebûl nekiriye. Parêzer Tîmtîk anî ziman ku tevî ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê xwest polîsê ku Dogan qetil kiriye bê girtin jî polîs nehatiye girtin û got ku tavilê divê polîs bê girtin. Parêzer Tîmtîk bal kişand ku divê lêpirsîn bi awayekî tendurist pêk were û wiha dewam kir: “Pêwîst bû ku ji bo ‘tedbîr’ dest deynin ser çeka polîsê ku Dogan qetil kiriye û wek îdarî divê der heqê polîs de dest bi lêpirsînê bikirana. Eger doza têkildarî qetilkirina Dogan vebe jî, heta di destên polîsan çek hebin wê qetilkirina Doganên nû, Elçiyên nû bidomin.

ÇI BIBÛ?

Dîlek Dogan ji aliyê polîsên ku 18’ê Cotmehê bi ser mala wê ya li Taxa Kuçukarmûtlû ya girêdayî navçeya Sariyer a Stenbolê girtibûn hate hedefgirtin. Dogan piştî gule li ser singa wê ket, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Okmeydani piştî 7 rojan têkoşîna jiyanê, jiyana xwe ji dest dabû.