BI DÎMEN

Wê giliyê polîsên îstîsmarkar û îşkencekar ên li Rihayê bê kirin

Li hemberî îşkence û îstîsmara zayendî ya li hemberî jinan, ku li midûriyetên navçe û bajarê Rihayê di dema dawî de zêde bûne, jinên li Rihayê wê giliyê berpirsyaran bikin.

Li Kurdistanê, îşkence û îstîsmara zayendî ya hêzên ewlekariyê yên dewletê li jinan dikin, derketine asta herî bilind. Midûriyetên emniyetê yên navçe û bajarê Rihayê, ku bûyerên bi vî rengî bi taybetî li van cihan diqewimin, her di rojevê de ne. Di 5'ê Mijdarê de polîsan avêtin ser malan û 2 jinên bi navê S.Ç. û L.T. girtin binçavan, li wan dan, zor li wan kirin ku îfadeya 'derewîn' bidin, li jêr zemîna emniyetê bi girtina çavên wan re xwe weke DAIŞ'î dan naskirin û îşkence û tacîza zayendî kirin. Di 23'ê Mijdarê de jî bûyereke bi heman rengî li emniyetê qewimî. Jina bi navê T.M. a li navçeya Riha Sêweregê hat binçavkirin û 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê nikarîbû parêzera/ê xwe bibîne, di binê çavan de rastî tacîz û îşkenceyê hat. Balkêş e ku piştî van bûyeran ji aliyê rayedaran ve ti daxuyanî nehat dayîn.

Piştî van îşkenceyên zayendî yên li hemberî jinan li midûriyetên emniyetê yên bajar û navçeyên Rihayê hatin kirin, jinên li Rihayê nerazîbûna xwe ji ANF'ê re anîn ziman û diyar kirin ku ew ê giliyê berpirsyaran bikin.

'BÛYER BI DESTÊ DEWLETÊ TÊ DEWAMKIRIN'

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol da xuyakirin ku li pêşberî pêkanînên li welêt, weke hiqûqnasekê jî ew bêçare mane û destnîşan kir, ku şîdeta li hemberî jinê di dema dawî de derketiye asta herî tirsnak.

Ozbîngol ragihand ku tacîz û îstîsmara zayendî li hemberî hemû jinên tên binçavkirin tê kirin û got, "Gelek çîrokên tirsnak ji me re tên ragihandin. Em rewşê bi raya gişî re jî parve dikin. Lê belê di vê mijarê de, ji aliyê pêkanîna qanûnê ve kêmasiyên gelekî cidî hene. Li hemberî bûyerên şîdetê û îşkenceya zayendî ku bi destê dadger û dozgeran ve hatine tespîkitin, çareseriyên cidî û tedbîrên qanûnî nayên girtin. Mijarên ji qeymeqamî, midûriyetên emniyetê û walîtiyan re tên ragihandin jî çareserî nayê afirandin. Di vî warî de girîng e bala raya giştî li ser mijarê be. Weke jinan me beriya hefteyekê xebatên gelekî cidî yên ji bo pêşîgirtina li şîdeta li hemberî jinê, ji raya giştî re ragihand û bang li raya giştî kirin. Lê belê ev bûyerên civakî yên cidî, bi destê dewletê dewam dikin."

'EM Ê GILIYÊ BERPIRSYARAN BIKIN'

Ozbîngol da zanîn ku di nava 3 mehan de li Rihayê zêdeyî 300 kes hatine binçavkirin û da zanîn ku di binê çavan de îşkence û tacîz li jinan tê kirin. Ozbîngol ragihand ku gelek bûyerên cidî di vî war3ı de ji wan re hatine ragihandin û got, "Ev bûyerên li Rihayê êdî gav bi gav zêde dibin. Hemû jin di binê çavan de rastî îstîsmarê tên û yên ku vî sûcî dikin jî tên parastin. Em giliyê berpirsyaran dikin. Girîng e rêxistinên jinan jî li hemberî van bûyeran xwedî li jinan derkevin."

Ozbîngol da xuyakirin ku îşkence û îstîsmara zayendî ya li hemberî jinan, hem li hemberî nasnameya jinê hem jî li hemberî hêzên mûxalîf ên civakî tê kirin û destnîşan kir ku ew ê vê pêvajoyê bişopînin û piştgiriyê bidin mirovên rastî vê îşkenceyê tên.

'BÛYERÊN LI RIHAYÊ QEWIMÎN Û DIQEWIMIN, BI TENÊ 2 BÛYER NÎNIN'

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê û Hevseroka ÎHD'ê ya Rihayê Nalan Dûrdû jî da xuyakirin ku îşkence û tacîzên di binê çavan de û li girtîgehan, ku di salên 1990'î de rû didan, di vê demê de jî bi awayekî rêk û pêk tên dîtin û bibîr xist ku mînaka vê yekê ya şênber 2 bûyerên dawî yên li Rihayê ne. Dûrdû da zanîn ku jinên rastî tacîz û îşkenceyê hatine serî li Şaxê ÎHD'ê yê Rihayê dane û ragihand ku di dema binçavkirinê de ev mirov bi awayekî rêk û pêk rastî îşkence û tacîzê hatine.

Dûrdû got, "Eger hûn jin bin, mixabin li Tirkiyeyê di salên 90'î de jî, di sala 2015'an jî hûn rastî îşkence û tacîzê tên" û diyar kir ku bûyerên li Rihayê diqewimin, bi tenê her du bûyerên dawî nînin, bûyerên hîn bêhtir cidî hene.

Dûrdû anî ziman ku ji bo pêşî li îşkenceyên bi rêk û pêk ên dewletê were girtin, çi ji destê wan bê ew ê bikin, her timî û li her cihî ew ê têbikoş in û destnîşan kir ku ji bo berpirsyar werin darizandin ew ê bikevin nava hewldanan.

Dûrdû da xuyakirin ku ew her tim li cem mexdûran e û wê her tim li cem wan bin.

...