KJA: Polîsên AKP'ê di binê çavan de destavêtin û destdirêjiyê dikin

KJA'yê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa zayendî û îşkenceya di binê çavan de li jinan tê kirin, da. KJA'yê ragihand ku endama wan Sabîha Oran di binê çavan de rastî destdirêjî û îşkenceyê hatiye.

KJA'yê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa zayendî û îşkenceya di binê çavan de li jinan tê kirin, da. KJA'yê ragihand ku endama wan Sabîha Oran di binê çavan de rastî destdirêjî û îşkenceyê hatiye û got, "Yekane rêya ji holê rakirina vî zîhniyetî, hîn bêhtir berxwedan, hîn bêhtir azadî ye."

Kongreya Jina Azad (KJA) der barê destdirêjî û îşkenceya li endama wan Sabîha Oran a li navçeya Riha Serêkaniyê di binê çavan de lê hatiye kirin de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî ya KJA de da xuyakirin, ku AKP di çarçoveya konsepta şer de ji bo şikandina berxwedêrî û vîna jinên Kurd, îşkence jî di nav de serî li hemû polîtîkayên şîdetê dide.

'ENDAMA ME RASTÎ DESTDIRÊJÎ Û ÎŞKENCEYÊ HAT, LÊ TAWÎZ NEDA!'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîsên AKP'ê, li hemberî jinên di binê çavan de li ber xwe didin, bi rêya destdirêjî, destavêtin û heqaretê re dixwaze vîna wan bişikînin û got, "Herî dawî endama KJA Sabîha Oran a li navçeya Riha Serêkaniyê hat binçavkirin, di binê çavan de bi rojan radestî destdirêjî, heqaret, gefa bi çekê û îşkenceyê hat. Li hemberî van hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê, hevala me Sabîha Oran ji berxwedana xwe ya bi rûmet ti tawîz neda û li dijî zîhniyeta faşîst a mêr sekneke xurt nîşan da."

KJA'yê, şîdeta dewletê ya ji aliyê îdeolojîk û fîzîkî ve li jinan tê kirin û ev pêkanînên hovane yên li hemberî mirovahiyê bi tundî şermezar kir û got, "Yekane rêya ji holê rakirina vî zîhniyetî, hîn bêhtir berxwedan, hîn bêhtir azadî ye."