Li bajarên Elmanya Hambûrg û Munchenê, ji bo aşkerakirin û darizandina kujerên sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin.
HAMBÛRG
Di çalakiya 'edalet û ronahiyê' ya li bajarê Elmanya Hambûrgê de, ji bo şoreşgerên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, daxwaza edaletê hat kirin.
Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, li Monckebergstrasseyê pêk hat. Di daxuyaniya li çalakiyê de hat ragihandin ku cînayet ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin û hat destnîşankirin, ku divê rayedarên Fransayê vê rastiyê bi awayekî fermî qebûl bikin û berpirsyaran derxîne pêşberî dadgehê. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser xemsariya dewletên Yekîtiya Ewropa (YE) ya li dijî rejîma terorê ya AKP'ê, ku helwestê nîşan nadin û hat xwestin ku ev dewletên YE polîtîkayên xwe yên têkoşîna li dijî terorê tavilê ji nû ve binirxînin.
Di çalakiyê de hat ragihandin ku wê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de roja Yekşemê saet di 14:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê panelek bi mijara 'Jin û Koçberî' bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin. Di çalakiyê de endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn Hediye Marhan a di 28'ê Mijdarê de ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.
Cenazeyê Hediye Marhan a ji Tetwanê, wê roja Înê li goristana Dîebsteîchê were veşartin.
MUNCHEN
Li bajarê Elmanya Munchenê jî ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya 'edalet û ronahiyê' hat lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Komuna Jinên Kurd a Sara ve hat organîzekirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat.
Di çalakiyê de ji hikûmeta Fransayê hat xwestin ku kiryarên rast ên komkujiyê aşkera bike û derxîne pêşberî dadgeriyê. Çalakgeran gotin, "Em dixwazin hikûmeta Fransa vê bûyerê ronî bike, kujeran radestî dadgeriyê bike û wan ceza bike."
Her wiha hat destnîşankirin, ku heta cînayet bê ronîkirin, wê çalakiyên bi vî rengî bidomin.