Li sê navendan çalakiyên 'edaletê'
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê û li bajarê Hollanda Arnhemê, ji bo dîtin û darizandina kujerên komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an, çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin.

DUSSELDORF
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ji bo dîtin û darizandin kiryarên qetilkirina ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, çalaiya 'edalet û ronahiyê' hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E ve hat organîzekirin û vê hefteyê endamên Însiyatîfa Jinê ya Bochûmê beşdar bûn. Çalakgerên li ber Konsolosxaneya Fransayê civiyan, belavok xwendin û xwestin hêzên li pişt komkujiya Parîsê bên aşkerakirin.
Di axaftina li ser navê Însiyatîfa Jinê ya Bochûmê de bal hat kişandin ser tifaqên qirêj ên li hemberî gelê Kurd û anî ziman ku gelê Kurd di herikîna tevahiya dîrokê de bûye mijara bazarê. Qiseker ragihand ku divê her kes ji bo xerakirina lîstikan, bi ruhê serhildanê dakevin qadan.
Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Elmanî û Fransî dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî, Şehîd Namirin", "Em ê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin" hatin qîrîn û ji bo meşa navendî ya 9'ê Çileyê ya li Parîsê banga beşdariyeke xurt hat kirin.
MUNCHEN
Li bajarê Elmanya Munchenê jî çalakiya 'edalet û ronahiyê' hat lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Komuna Jinê ya Sara hat lidarxistin, mîna her Çarşemê duh jî li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat.
Di çalakiyê de wêneyên sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin û belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin û belavkirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku eger Fransa dawî li vê bêdengiya xwe nîne, ev yek wê were wateya hevkariya wê ya di vî sûcî de.
ARNHEM
Li bajarê Hollanda Arnhemê jî, ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê li ber avahiya şaredariyê çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin. Ji bo aşkerakirin û darizandina kujeran belavok hatin belavkirin.