'Jin jiyan azadî' bû dirûşma jinên cîhanê
Li Rotterdam, Goteborg, Helsînkî, Frankfûrt û Essenê meş û mîtîngên 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin.
Li Rotterdam, Goteborg, Helsînkî, Frankfûrt û Essenê meş û mîtîngên 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin.
Li Rotterdam, Goteborg, Helsînkî, Frankfûrt û Essenê meş û mîtîngên 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin.
ROTTERDAM: Li bajarê Hollanda Rotterdamê, bi organîzeya sazî û însiyatîfên jinan, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, saet di 13:00 de li Bînnenwegpleînê meşekê destpê kir. Beriya destpêkirina meşê koma erbanê ya Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (ÎFWF) hunera xwe pêşkêş kir û dûre komîteya amadekar belavoka hevpar xwend. Jin piştre wêneyên şervanên YPJ'ê hilgirtin û dirûşma 'Jin jiyan azadî' ya ku jinên Kurd tevlî lîteratura têkoşîna jinê ya cîhanê kirine, bi zimanên Kurdî û Flamanî qîriyan. Di meşa heta ber Stasyona Central de belavok hatin belavkirin. Endamên Rode Morgen li vê derê stranek li ser têkoşîna jinê gotin û çalakî bi dawî bû.
GOTEBORG: Li bajarê Swêd Goteborgê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de kon hat vedan. Jinan bi dirûşma 'Temînata azadiya me xweparastin e' çalakî lidar xistin û wêneyên li ser berxwedana jinê nîşan dan. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser şîdeta li hemberî jinê û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û bandora wê li jinên cîhanê hat vegotin. Çalakiya kon wê îro jî dewam bike.
HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de der barê şîdeta li dijî jinê de semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de şîdeta fîzîkî, psîkolojîk, aborî û qetilkirina jinan ji aliyê mêr ve hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku divê jin li hemberî van pirsgirêkan hişyar bin. Di semînerê de qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, hat protestokirin.
FRANKFÛRT: Bi wesîleya 25'ê Mijdarê li bajarê Elmanya Frankfûrtê meş û mîtîngek hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara, ADHK, Yenî Kadin, Yekîtiya Jinên Sosyalîst ve hat organîzekirin saet di 15:00 de li ber Frankfûrt HBF destpê kir. Di meşa ku bi qasî 500 kes lê amade bûn de pankarta bi nivîsa 'Garantiya azadiya me xweparastin e' hat vekirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Roza Luksembûrg û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat hilgirtin. Piştî meşê li Meydana Alte Opera mîtîngek hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser wateya rojê axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser girîngiya xwe birêxistinkirina jinan.
ESSEN: Li bajarê Elmanya Essenê, TJK-E mîtînga 25'ê Mijdarê lidar xist. Di axaftinên li mîtîngê de hat gotin, "Em şîdeta li hemberî jinê şermezar dikin. Li Ewropayê li dijî jinê bi awayekî rêk û pêk şîdet tê meşandin. Li Rojhilata Navîn bi awayekî zelal tê talankirin. Lê belê Tevgera Kurd di şexsê jinên Kurd de bûye parçeyek ji jiyana hemû jinan."
Mîtîng bi qîrîna dirûşmên 'Jin jiyan azadî', 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.