Cara 3. giliyê 'bazara Êzidî' ya li Dîlokê hat kirin
Tevî pêşnûmepirs û giliyên 3 caran hatin kirin jî, li ser 'bazara kolekirina Êzidiyan' a DAIŞ'ê ya li Dîlokê, heta niha rayedaran ti daxuyanî nedane. Ev bêdengî rewşa tirsnak radixe pêş çavan.
Tevî pêşnûmepirs û giliyên 3 caran hatin kirin jî, li ser 'bazara kolekirina Êzidiyan' a DAIŞ'ê ya li Dîlokê, heta niha rayedaran ti daxuyanî nedane. Ev bêdengî rewşa tirsnak radixe pêş çavan.
Tevî pêşnûmepirs û giliyên 3 caran hatin kirin jî, li ser 'bazara kolekirina Êzidiyan' a DAIŞ'ê ya li Dîlokê, heta niha rayedaran ti daxuyanî nedane. Ev bêdengî rewşa tirsnak radixe pêş çavan.
Bi saya derfetên ku AKP'ê pêşkêş kirine, çete li Tirkiyeyê tevî komkujiyan, bi rehetî buroyan vedikin û bazirganiya mirovan dikin. Tevî ku qenalên Elman nûçeyek bi dîmen a li ser firotina jinên Êzidî li Dîlokê weşandin, rayedar hînê bêdeng in û heta niha ti daxuyanî nedane.
Li ser vê yekê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca ku ew bi xwe jî Êzidî ye, pêşnûmepirsek pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kir. Lê piştî vê pêşnûmepirsê jî rayedaran ti daxuyanî nedan. Piştî serlêdanên komeleya Jinên Pêşverû û Baroya Amedê, vê carê Platforma têkoşînê ya ji bo jinên bi zorê hatine revandin, cara sêyemîn li ser rewşê gilî kr.
Platformê ragihand ku DAIŞ keç û jinên Êzidî yên revandine, bi rêya ofîsek li Dîlokê vekiriye re difiroşe û li Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê gilî kir.
Platformê da zanîn ku li gorî Qanûna Ceza ya Tirk, ji xalên 80., 109., 76., 77., 79. û 80. ên bazirganiya mirovan, gefa li azadiya mirovan, qirkirin, sûcê li dijî mirovahiyê û qaçaxçitiya mirovan, sûc hatine kirin. Platformê xwest lêpirsîna pêwîst bê meşandin û ji bo berpirsyar werin darizandin, doza cemaweriyê bê vekirin.
'DAIŞ RÊXISTINEKE TERORÊ YA NAVNETEWEYÎ YE'
Berpirsyara Koordînasyona Platformê Parêzer Reyhan Yalçindag bal kişand ser komkujiyên DAIŞ li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat dike û anî ziman ku ji van êrîşan jî tê fêmkirin ku DAIŞ rêxistineke terorê ya navneteweyî ye û divê bi vî rengî bê nirxandin. Yalçindag da xuyakirin ku platforma wan ji bo rizgarkirina jin û zarokên ji aliyê rêxistinên çete ve hatine revandin, têdikoşe.
'NE PÊKAN E KU EV BÊ QEBÛLKIRIN'
Yalçindag got, "Di rewşeke ku em vê têkoşînê dimeşînin de, em pê hesiyan ku DAIŞ li Dîlokê ji bo sûcên xwe buroyek vekiriye. Li vê buroyê, tê gotin ku bi qasî 250 hezar jin û zarokên Êzidî bi 2.5 mîlyon dolarî hin jê ji malbatên wan hin jî ji mirovên din re hatine firotin. Rewş ewçend di asteke tirsnak de ye. Û ev bazar jî buroyek li navenda Dîlokê ye. Ne pêkane ku ev bê qebûlkirin."
Yalçindag bal kişand ser liv û tevgera zêde ya li bajarên li ser sînor û xemsariya rayedaran a li pêşberî rewşê bibîr xist. Yalçindag got, "Eger mebesta AKP'ê ji îstikrarê ev be, em bang li mirovan dikin ku vê îstikrarê lêpirsîn bikin." Yalçindag ev pirs pirsî, "Gelo îstikrar ev e? Îstikrar çalakiyên bombeyî yên rêxistina dest bi xwîn e? Îstikrar firotina jinan e?"
'HETA KU HEMÛ JIN Û ZAROK AZAD BIBIN, DIVÊ TI JIN XWE AZAD NEBÎNIN'
Yalçindag da xuyakirin ku ev yek yekser sûcê qirkirinê û bazirganiya mirovan e û got, "Derdorên ku di nava vî sûcî de cih girtine, wê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (LAHEY) ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bên darizandin. Lewma em gelekî bi tirs û fikar in. Ji bo ku em nîşan bidin ku em ê vê yekê bişopînin, me gilî kirin. Çi dibe bila bibe heta ku hemû jin û zarokên di destê çeteyan de bên rizgarkirin, pêwîste ti jin xwe azad nebîne."