Ji bo azadiya Ocalan li Stockholmê çalakiya jinan
Meclîsa Jinên Kurd a Amara, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her du hefteyan carekê çalakiyan lidar dixe, çalakiya xwe ya dawî li mezintirîn sûka sergirtî ya Skandînavyayê pêk anîn.

Jinên Kurdistanî li ber sûka sergirtî "Mall of Scandînavîa" ya li taxa Solna ya Stockholmê, ku hefteya derbasbûyî hat vekirin civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart vekir. Di çalakiyê de bi qasî 700 belavok hatin belavkirin.
LI GAVLE HEWLDANA JI BO TAHÎR ELÇÎ
Li bajarê Gavle jî, endamên Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gavleborgê, ji bo bala raya giştî bikişîne ser bûyera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, medya herêmî ziyaret kirin.
Piştî serdanê rojnameyên Arbetarbladat û Gefle Dagbladet, daxuyaniya hevpar a navenda Civaka Demokratîk û Komeleya Mezopotamyayê ya li ser bûyera qetilkirina Tahîr Elçî, weşandin.