Ji bo qatilê Konûr cezayê hetahetayî hat xwestin
Dozgerê doza Elîf Konûr a sala bihurî di meha Tîrmehê de ji aliyê hevjînê xwe Savaş Kocabaş ve hatibû qetilkirin, ji bo Kocabaş cezayê hetahetayî xwest.

Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê sala bihurî meha Tîrmehê Elîf Konûr ji aliyê hevjinê xwe Savaş Kocabaş ve bi derbên kêrê hate qetilkirin. Di duyemîn rûniştina doza Konûr a li 1'emîn Dadgeha Giran a Îzmîrê de Kocabaşê girtî, malbata Konûr û parêzer amade bûn. Di rûniştinê de endamên KJA'yê jî piştgirî dan malbata Konûr û dadgehê dayika Konûr, Gulşah Konûr guhdar kir.
Piştî dayik û bavê Konûr ji aliyê dadgehê ve hatin gundarkirin, dozger ji bo Kocabaş cezayê hetahetayî xwest.
Piştî navberê dadgehê biryar da ku rûniştin talûqî 28'ê Kanûnê bibe.