Di çalakiya edaletê de banga 'komkujiyê ronî bike' li Fransayê hat kirin

Li bajarê Elmanya Frankûrtê, ji bo sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, li Bockûnhaîma Warte li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat.

Bi dehan jinên beşdarî çalakiyê bûn pankarta bi nivîsa "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" vekirin û dirûşmên "Duh Roza îro Sara", "Her Çarşemê em ê li vir bin" qîriyan.

Di axaftinên li ser navê Meclîsa Jinê ya Amara de ji dewleta Fransayê hat xwestin, ku komkujiyê tavilê ronî bike.

Di axaftinan de qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsan ve, hat şermezarkirin.

Çalakî saet di 15:30 de bi dawî bû.

...