Li Norwêcê konferansa 'Şîdeta li dijî jinê'

Li paytexta Norwêc Osloyê, li ser şîdeta li hemberî jinê konferansek hat lidarxistin.

Li Salona Thon Konferans a li paytexta Norwêc Osloyê duh li ser şîdeta li hemberî jinê konferansek hat lidarxistin. Di konfearnsa ku UngKurd (Ciwanên Kurd) û Tevgera Ciwanên Kurd a Norwêcê jî di nava amadekariya wê de cih girtin, nûnerên gelek rêxistinên jinan û jinên Kurd weke qiseker amade bûn.

Di konferansê de pirsgirêkên jin di jiyana rojane, jiyana kar û nava malbatê de lê rast tên hatin nîqaşkirin û li ser pêşniyarên çareseriyê hat axivîn.

Ji Koma Piştgiriya bi Kurdistanê re Seher Aydar, ji Rêxistina Ciwanan UngKurd Andam Aso Azîz, ji Buroya Koçberan a Şaredariya Drammenê Chro Borhan û ji Navenda Pêşketinê Seema Seyran Xalîlî li konferansê axivîn.

Aso Azîz di axaftina xwe de, beşek ji felsefeya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilêv kir. Azîz diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jinê gelekî girîng dibîne û azadiya civakê bi azadiya jinê ve girê dide. Azîz ragihand ku Ocalan li Rojhilata Navîn şexsiyetê herî zêde ji bo jinê ked daye.

...