Îvana Hoffmann li ser gora xwe hat bîranîn

Şoreşgera enternasyonalîst Îvana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê li ser gora xwe hat bîranîn.

Şoreşgera enternasyonalîst Îvana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê li ser gora xwe hat bîranîn.

Di çarçoveya çalakiyên bîranîna şehîdên meha Mijdarê de, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, şoreşgera enternasyonalîst Îvana Hoffmann a di 7'ê Adara 2015'an de li Rojava jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.

Tevî dayika Îvana Hoffmann Mîchaela Hoffmann, endamên Yoûng Stûggle beşdarî merasîmê bûn. Nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîst di axaftina xwe ya li vir de got, "Îvana me bi ronahiya enternasyonalîzm a di dil û mejiyê de digot, ku her kesên xwedî wijdanê gelên bindest, li ku zext û zilm hebe divê bi dilê xwe li wir be.  Hevrêya me Îvana dema li Rojava şoreşa jinê diparast, têoşîna azadiya jinê û ala enternasyonalîzmê bi daxwazeke mezin bilind kir û radestî me kir. Em jî soz didin ku em ê xwedî li bîranînên şehîdên xwe derkevin û ala dane destê me, bilind bikin."

Di merasîma bîranînê de şehîdên Pirsûê û Ûta Barbara Scneîderîn a di dema qezayeke trafîkê ya li ser rêya konferansek li Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.

...