Di bin çavdêriya dewletê de jinên Sûriyeyî ji bo fûhûşê tên firotin

Li navenda Rihayê, jinên Sûriyeyê di bin çavdêriya dewletê de ber bi sektora fûhûşê ve tê dehfdan. Li kampên ji bo Sûriyeyiyan hatine vekirin jî, jin weke hewî bi pereyan tên firotin.

Jinên Sûriyeyî yên ji ber şerê li Sûriyeyê reviyane Rihayê, li cihên ku polîsên fermî û sivîl her tevdigerin, ji bo fûhûşê tên firotin. Di serî de herêmên Meydana Topçû û Gola Masiyan li gelek navendên Rihayê, sektora fûhûşê tê berfirehkirin û saziyên fermî yên dewletê çavên xwe lê digirin. Bi rêya hesabên tevna civakî yên weke Facebookê, di encama bazariya fûhûşê de jinên Sûriyeyî li cihên weke pavyonê tên xebitandin.

Tevî vê yekê, li kampên ji bo Sûriyeyiyan hatine vekirin, jin bi pereyan tên firotin. Li Riha û navçeyên wê 5 kampên cuda hene ku ji aliyê Walîtiya Rihayê û AFAD'ê ve hatine vekirin. Ji bilî van, bi deh hezaran Sûriyeyî hene ku li taxên derve, navçeyan û navenda bajêr bi cih bûne. Ji bo lêkolînkirina pirsgirêkên li kampan, rêxistinên civakî yên sivîl dikevin nava hewldanan, lê belê Walîtiya Rihayê bi ti awayî destûrê nade van heyetan.

Yek ji saziyên ku Walîtî destûra lêkolînkirina kampê nade wan Mala Saziya Jiyana Jinê ya Rihayê ye. Seroka Mala Jiyana Jinê ya Rihayê Ozlem Ûlûtaş Şengul anî ziman ku jinên Sûriyeyî rewşeke dezavantaj de ne û jin weke meta tên bikaranîn. Şengul da xuyakrin ku jinên Sûriyeyî bi şaşîtiyeke civakî re weke 'rêya zewaca erzan' tên dîtin û da zanîn ku divê ji bo jinên penaber derfetên perwerde, tenduristî û jiyanê bê dayîn.

BI HATINA SÛRIYEYIYAN RE CIHÊBÛN ZÊDE BÛ

Endama Komîsyona Penaberan û Jinan a Baroya Rihayê Gîzem Dilara Înal diyar kir ku bi hatina Sûriyeyiyan ji ber şer re, li herêmê hewîkirina jinên Sûriyeyî di berdêla pere de û bazirganiya jinan zêde bûye û got, "Hejmara mirovên di berdêla pere de bi jinên ji Sûriyeyê hatine re dizewicin, gelekî zêde bûye. Tevî vê yekê, ji ber zêdebûna cihêbûna hevjînan, hejmara dadgehên malbatê yên li Rihayê 2 bû, niha bûye 3. Ev yek jî nîşan dide ku hejmara cihêbûnê zêde bûye. Keçên Sûriyeyî, bi rêya zewaca olî bi mirovên 40-50 salî re tên zewicandin. Jinên Sûriyeyî, ji ber cihekî xwe lê bistirê û bijî, vê yekê qebûl dikin. Lê belê ji aliyê qanûnî ve ev jin weke hevjîn nayên qebûlkirin."

'KÊMASIYA DEWLETÊ WEKE KÊMASIYA CIVAKÊ TÊ NÎŞANDAN'

Înal ragihand ku ji bo pêşîgirtina li vê rewşê, pêwîstî bi zanebûnek ji her aliyan ve heye û diyar kir ku di serî de Sûriyeyî gelek mirov bi vî rengî mexdûr dibin. Înal bal kişand ser kêmaniya tedbîrên dewletê yên di vî warî de û got, "Derî li van mirovan vebûn, lê belê sererastkirinên pêwîst ji bo wan nehatin kirin. Der barê mijara zewacê de sererastkirinek nîne. Di vî warî de rewşeke bêkontrol heye û pêşî li vê nayê girtin. Berdêla vê jî ji aliyê civakê ve tê dayîn. Hin agahî gihaştine ber destê me ku li Rihayê jinên Sûriyeyî ber bi fûhûşê ve tên dehfdan."