Li Parîsê çalakiya ‘Edalet û Ronahiyê’

Çalakiya her hefte li Parîsê bi navê ‘Edalet û Ronahiyê’ pek dihat, ji sedemên rêveberiya awarte ya li Fransa ji ber çalaki hatine qedexekirin ev sê heftene pêk nayen.

Çalakiya her hefte li Parîsê bi navê ‘Edalet û Ronahiyê’ pek dihat, ji sedemên rêveberiya awarte ya li Fransa ji ber çalaki hatine qedexekirin ev sê heftene pêk nayen. 

Tevgera Jinên Kurd dîyar kir ku ev qedexe, wê nikaribe çalakiyên wan bisekinînin. Ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatine qetilkirin wê çalakiyên xwe yên ‘Edalet û Ronahiyê’ bidomînin û wê qedexeyên behsa wê tê kirin nikaribe vê lêgerîna wan bisekinîne.

Komek Kurdistanî di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd vê hefteyê qedexeya çalakiyan bi guldanîna li pêşiya avahîya Bîroya Enformasyona Kurdistanê nas nekir. Kurdistaniyên hatîn pêşiya Bîroyê li ber deriyê avahiyê qeftek gul danîn, deqeyek rêz hat girtin. Tevgera Jinên Kurd got, li hember her cure qedexeyan “ Em ê we ti caran ji bîr nekin, lêgerîna edaletê wê bidome” û diyar kir ku di rojên qedexeya çalakiyan de jî wê her rojên Çarşemê li pêşiya avahiya Bîroya Enformasyona Kurdistanê qefteyên gulan deynin.

...