BI DÎMEN

Ji bo azadiya Ocalan li Viyana û Brukselê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê, çalakiyên li Ewropayê tên lidarxistin dewam dikin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê, çalakiyên li Ewropayê tên lidarxistin dewam dikin. Bi vê armancê li paytexta Awûstûrya Viyana û li paytexta Belçîka Brukselê çalakî pêk hatin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê, çalakî hatin destpêkirin.

Ji Komeleya Jinên Kurd AVESTA komek ji jinan li Stephansplatzê civiya û tecrîd û komkujiyên polîs li herêmên xwerêveberiyê dikin, şermezar kir. Jinên çalakger tevî serma dijwar jî bi saetan l erdê rûniştin, devê xwe bi bandê girê dan û bi bêdengî komkujî û tecrîd şermezar kirin. Jinan her wiha li ser armanca çalakiya xwe belavok belav kirin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê jî Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand vekir.

Li standa li Porte de Namûr hat vekirin, broşur û belavokên ji bo danasîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

...