JIN
TJK-E'yê ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe wezîfeya me ya bingehîn. Roj roja mezinkirina têkoşînê û meşa ber bi serketinê ve ye."
Şaredariyên DEM Partiyê bi dirûşma 'Gotina me xelas nebûye: Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin' dan destpêkirin ku wê salekê dewam bike.
KJK'ê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Mûradî da û got, "Eger Îran dixwaze li ser piyan bimîne divê li gorî demokrasiyê tevbigere." KJK'ê bang li gelan û jinan kir ku têkoşîna li dijî zext û darvekirinê mezin bikin.
TJA'yê deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir. Di deklarasyonê de hate gotin, "Em bang li jinan dikin ku meşaleya azadiyê li qadan vêxin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê her qad û kolanê veguherînin qada çalakiyê."
KJK: Em hevalên xwe yên jin û dostên xwe yên li ber xwe didin silav dikin; bang dikin ku hêza têkoşînê ya hevpar hîn bêhtir xurt bikin û 25'ê Mijdar a îsal weke rojeke mezinkirina têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî tundiyê binirxînin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li Dûîsbûrgê semînera 25’ê Mijdarê
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja li Dijî Şideta li Hember Jinan û çalakiya ‘Ji bo têkbirina darikeri; xwebûn ‘ a ku TJK-E dayî destpêkirin semînerek hate lidarxisitn.
-
Li Hambûrgê aktivîteyên 25’ê Mijdarê destpê kir
Li bajarê Hambûrg ê Elmayayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hember Jinan û bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin, di panela hevpar a ji aliyê TJK-E û ADKH’ê ve hate lidarxistin de banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.
-
-
-
Guven: Divê berxwedan bê bilindkirin û belavî her qadê bibe
Hevseroka KCD Leyla Guven wiha got: “Divê em jin di vê pêvajoyê de vî barî hildin ser milê xwe û dakevin qadan. Divê berxwedan bê bilindkirin û belavî her qadê bibe. Dibe ku em di rojên zor û zehmet de dijîn lê em hemû dizanin rojên ronî nêzin.
-
‘AKP destê xwe yê qirêj li ser bedena jinan rake’
Li paytext Londra bi armaca protestokirina êrîşên li ser jinan û pêşnûmeqanûna destavêtinê ya AKP’ê ku dixwaze qanûnî bike, çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta AKP’ê hate kirin ku ‘Destê xwe yê qirêj li ser bendena jinan rake.’
-
Kombûna Jinan li Amedê dest pê kir
Kombûna jinan a li dijî êrîşên rejîma AKP'ê yên li dijî destketiyên jinan û girtina komeleyên jinan, li Amedê dest pê kir. Civîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya DBP'ê bi beşdariya nûnerên gelek saziyan pêk tê.
-
-
-
-
-
Jin li qadan in: Em rê nedin hov û destdirêjan
Jin li dijî pêşnûmeya tê hedefkirin ku îstismara zayendî û destavêtinê ya hikûmeta AKP’ê meşrû bike, daketin qadan. Di çalakiyêde daxwaz hate kirin ku bi lezgîn pêşnûme bê vekişîn û ev bang hate kirin: “Em rê nedin artêşa hov a destdirêj.”
-
‘Bi têkoşînê me hevserokatî anî, em qedexeyan nas nakin’
Ji Meclîsa HDP’ê ya Jinan Besîma Konca, li ser fermana Wezîrê Karê Nundir a “Hevserokatî sûce, tişta pêwîst bikin” wiha bersiv da: “Hevserokatî me bi têkoşînê anî. Me pirs ji dewlet û desthilatiya mêr pirs nekir. Qedexeyan nasnakin.”
-
AKP/Qesrê hevserokatî kir hedef
Wezareta Karên Hundir diyar kir ku li şaredariyan “hevserokatî” sûc e, ji bo pêvajoya cezayaedlî û îdarê destpê bike ferman da.
-
-
-
-
-
-
-
-
Jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
Platforma Jinan a Mersînê bernameya çalakiyên xwe yên bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê werin lidarxistin, eşkere kir.