AKP/Qesrê hevserokatî kir hedef
Wezareta Karên Hundir diyar kir ku li şaredariyan “hevserokatî” sûc e, ji bo pêvajoya cezayaedlî û îdarê destpê bike ferman da.
Wezareta Karên Hundir diyar kir ku li şaredariyan “hevserokatî” sûc e, ji bo pêvajoya cezayaedlî û îdarê destpê bike ferman da.
Piştî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên DBP’î, vê carê jî yekser sîstema hevserokatiyê ji hêla AKP/Qesrê hat hedefkirin.
Hikûmeta ku bi qeyûman şaredarî dagir kirin û destpêkê jî saziyên jinan girtin, niha jî ji bo “hevserokatiyê” ketiye nav liv û tevgerê.
Di nivîsê de ku bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji bo walîtiyan hat şandin, hat gotin ku wê “hevserokatî” sûc be, ji ber vê jî ji bo ji 3 mehan heta 2 salan cezayê hepsê bê dayîn talîmata destpêkirina pêvajoyên edlî û îdarî da.
Her wiha di nivîsa navbihurî de tê gotin ku belgeyên fermî yên bi îmzeya “hevserok” hatine amadekirin bêyî bên girtin bên îadekirin.