Komîsyona Jinê ya Komaleyên Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), têkîldarî pêşnûmeya hikûmeta AKP’ê ya ku hedef dike destavêtinê rewa bike, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ku hat gotin, “Desthilatdariya siyasî ya ku hewl dide li ser laşê jinê tehakuma xwe ya baviksalarî bi lezûbez xurt bike, niha jî bi sazûmaniyeke ku ji bo îstîsmara zarokan bêcezabûnê dixwaze li pêşberî me ye” û ev hatin ragihandin;
‘DIXWAZIN SERWERIYÊ GARANTÎ BIKIN’
“…Desthilatdariya zilam serwer hewl dide şêwe bide civakê, herî zêde jî dixwaze zextê li ser jinan bike. Armanc ew e ku dixwazin hê di temenê zarokatî de jinan di malbatê de asteng bikin û serweriya ku li ser hatî avakirin garantî bikin. Hikûmeta AKP’ê ji milekî propagandayê dike ku cezayê ku ji îstîsmarkaran re dibire zêde kiriye, ji milê din jî bi awayekî durû têgeha riza pênase dike û zewaca zarokên temenê wan di bin 15 salan de û îstîsmarkarên wan bi encam dike.”
Jinên OHD û MHD’î diyar kirin ku dema nîqaşa guherîna qanûnî wek her tim dîsa mûxatabên mijarê derveyî pêvajoyê hatine hiştin û got; “Rêxistinên jinê û zarokan wek mûxatab nayên dîtin, hikûmeta zilamserwer ji bo sazûmaniyek wisa ku bi hezaran jin û zarokî eleqeder dike bi tenê serê xwe biryarê dide.”
‘DIVÊ DERHAL BÊ KIŞANDIN’
Jinên xwestin ku ev pêşnûmeya navborî demildest bê kişandin, li daxwazên rêxistinên jin û zarokan bê guhdarkirin û got; “Em îlan dikin ku ji kolanan heta salonên dadgehê, li her derê li dijî zirxê bêcezabûnê yê îstîsmarkarên zarokan, li dijî zewicandinên zarokên keç, em ê têbikoşin.