Endama Kongreya Star a li dijî leşkerên Tirk li ber xwe da, jiyana xwe ji dest da

Endama Rêveberiya Kongreya Star Fatma Silêman, ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Cindirêsê Fatma Silêman, ku li gundê Şedaya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe da û ji ber êrîşa leşkerên Tirk birîndar bû, piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da.

Silêman bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewldanan nekarî bê rizgarkirin.

Roja 10'ê Mijdarê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê, gelê Efrînê li gundê Şedaya yê li ser sînor dest bi berxwedanê kiribû. Lê belê leşkerên Tirk gule li sivîlan reşandibûn û 8 kes birîndar kiribûn, ku yek ji van Fatma Silêman bû.

Xwşkên Fatma Silêman Fîdan Rûmet û Cahîde jî, di salên 90'î de li Bakurê Kurdistanê di têkoşîna dijî dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn.