Jinan îsyan kirin: Em ê nehêlin AKP’e tecawizkaran bişofîne!
Li Taksîma Stenbolê bi sedan jin li hev kom bûn û ji hikûmeta AKP/Qesrê re goti; “Em ê nehêlin tecawizkar bên şofandin.”
Li Taksîma Stenbolê bi sedan jin li hev kom bûn û ji hikûmeta AKP/Qesrê re goti; “Em ê nehêlin tecawizkar bên şofandin.”
Li dijî pêşnûmeya AKP’ê ya ku tecawizkara dişofîne, jin daketin kolanan. Li Kadikoyê bi sedan jin di pêşengiya HDP’ê û li Taksîmê jî bi pêşengiya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, hatin gel hev û peyama “em ê nehilên tecawizkar bên şofandin” dan hikûmeta AKP/Qesrê.
Jin li dijî pêşnûmeya desthilatdariya AKP/Qesrê daketin kolaln, destnîşan kirin ku wê rê nedin vê qanûna sosret. Jinên ku bi pêşengiya HDP’ê li Meydana Kadikoyê kom bûn, dowiz rakirin, dirûşmeyên “Em ê nehêlin tecawizkar bên şofandin”, “Ev qanûn wê ji vê meclîsê derbas nebe”, “Zilam lê dide, dewlet diparêzer”, “Jin li her derê di berxwedanê de ne” berz kirin û qêr kirin ku wê nehêlin tecawizkar bên şofandin.
‘HETA VÊ QANÛNÊ NAVÊJIN SER SERGO EM LI KOLANAN IN’
Li ser navê rêxistinên jinan detpêkê endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Gulsum Agaoglû kir, bi bîr xist ku desthilatdariya AKP’ê ya ku her roj sûcê mirovahiyê dike hewl dide 4 hezar tecawizkaran bişofîne. Agaoglû destnîşan kir ku jin wê teqez vê qanûnê qebûl nekin, got tecawiz sûcê mirovahiyê ye û ragihand ku heta ev qanûn neçe ser sergo ew ê li kolanan bin.
‘EM Ê RÊ NEDIN VÊ PÊŞNÛMEQANÛNÊ’
Piştî Gulsum Agaoglû, endama Yeryuzu Kadinlari Semra Ûzûnok axivî der bir ku wê rê nedin vê pêşnûmeqanûnê û got; “Wek jin, em ê destûra ti qanûnên ku îstîsmara zarokan û destavêtina jinê dişofîne nedin.” Her wiha bang li tevahî jinan kir ku roja Şemiyê saet 18.00’an li ber Operaya Sureyya ya li Kadikoyê tevlî çalakiyê bibin.
‘ZIHNIYETA DAÎŞ’Ê YE’
Navnîşanek din a çalakiyên jinan jî li Taksîmê Qada Galatasarayê bû. Jinên ku bi pêşengiya Platforma Em ê kuştinên Jinan Rawestînin li hev kom bûn, pêşnûme qetandin. Di çalakiyê de jinan pankart vekirin û gotin ku wê rê nedin zihniyeta DAÎŞ’ê. Jinên ku dirûşmeyên “AKP destê xwe ji zarokan bikşîne”, “Em ê nehêlin tecawizkar bên şofandin”, “Ti carî ne bi tenê ye” berz kirin, destnîşan kirin ku wê ev qanûn derbas nebe. Di çalakiyê de xizma Ozgecan Aslan, Karanfîl Aslan axivî, got, “bila kêfa Qesrê neyê, em ê nehêlin ev qanûn derbas bibe” û banga “tevlî me bibin” li hevjînên wekîl û wezîrên AKP’î kirin.
JINAN PÊŞNÛMEYA SOSRET ÇIRANDIN
Xwişka Mûhterem Goçmen, Çîgdem Evcîl jî wiha nerazîbûn nîşan da: “Keçek min a 17 salî heye. Xwedê neke, eger rojekê tiştek bê serê wê, ma gelo ez ê bihêlim heta dawiya emrê xwe bi tecawizkarê xwe re be? Bila tiliyên ew kesên ku ev qanûn amade kirine bişkê. Ez jî Misilman in, lê ne ji we me, Xwedê bela xwe li we bixe.”
Piştî axaftinan, li ser navê Platforma Em ê kuştinên Jinan Rawestînin Meltem Fîgen daxuyanî xwend. Fîgen bal kişand ser zêdebûna îstîsmara cînsî û got di meha Cotmehê de destdirêjî li 29 zarokan hatiye kirin. Fîgen wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ev pêşnûmeqanûna ku AKP’e dixwaze di carekê de derbas bike, pêşiya zewaca zarokan a bi tecawizkaran re vedike. Divê ev pêşnûmeqanûn were redkirin. Wek jinan em ê nehêlin ev pêşûmeqanûn di meclîsê re derbas bibe.”
Piştî daxuyaniyê jinan pêşnûmeqanûna sosret çirandin.