AKP’e qanûnên xwe yên dijminê jinê yek bi yek tîne Meclîsê û dike qanûn. Pêr, AKP’ê têkîldarî sûcên cinsî pêşnûmeyek sosret pêşniyar kir, hewl dide derbas bike. Pêşnûme ji ber dendgdanê de 184 deng derneketin wê roja Sêşemê careke din bikeve dengdanê. Eger pêşnûme bibe qanûn, wê demê 4 hezar kesên destavêj wê bên şofandin. Pêşnûme bûye sedema nîqaşên mezin, hiqûqnas û jin tînin ziman ku ev ê rê li ber birînên kûr veke.
‘WÊ BIBE SEDEMA ZEWICANDINÊN BI ZORÊ’
Parêzer Jale Dogrûer a li dijî pêşnûmeyê rabû, got ev “sosret” e. Dogrûer destnîşan kir ku AKP bi qanûnên xwe welêt 10 salan bi paş ve dibe, wiha dewam kir; “Di zarokên bin temenê 15 salî de riza teqez ne mijara gotinê ye. Li derveyî hevpeymanên navneteweyî ne. Pêşnûme dibêje, ‘rizaya zarokên ku ji 15 salî biçûktir hene.’ Eger ev bibe qanûn, wê bibe sedema zewicandinên bi zorê.
NE RIZA ÎSTÎSMAR E
Dogrûer got “Di pêşnûmeyê de ne behsa sûcê bi rizayê têkîliya cinsî dike, behsa sûcê îstîsmara cinsî dike. Lewre jî zarokên ku hewl tê dayîn piştî îstîsmara cinsî bên zewicandin, tenê zarokên ji 15 salan biçûktir in.”
‘DIVÊ BÊ VEKŞANDIN’
Dogrûer bal kişand ser xeteriyên ku dema bibe qanûn, wiha axivî; “Her kesên ku destavêjî kiriye wê jê sûdê wergire. Mexdûr, dema got,’Rizaya min hebû û ez dizewicim’ wê ti kesên sûdê jê negre nemîne. Ne mimkûn e ev hejmarek sînordar be. Bi rastî jî eger kesên temenê wan ne li gor zewacê bin û bêne zewicandin pirsgirêk be, eger ev pirsgirêk dewam bike wê bê gotin ku “me jî efû bikin.” Bi vê qanûnê wê her tiştî rewa bikin. Divê demildest vekşînin.”
JIN: ŞERM E
Nerazîbûna li dijî hikûmeta dijminê jinê ne tenê hiqûqnas in. Jin jî bi tundî li dijî pêşnûmeyê radibin. Ji jinên Amedî Ayten Sezer anî ziman ku sûcên êrîş û îstîsmara cinsî her tim hatiye parastin û wiha pê de çû; “Êdî destavêtinê rewa dikin. Zewaca zarok û destavêjê wê bi rastî jî şerm e. Bi çi şêweyî dibe bila bibe wê ji hêla malbat an derdorê rizaya keçê bê girtin.”
Fehîme Ateş jî îfade kir ku di sûcên êrîş û îstîsmara cinsî de dewleta zilamserwer her tim hewl dide zilam biparêze, got; “Me ev di gelek dozan de dît. Em ê nehêlin zilam der heqê bedenê me de biryarê bidin. Divê pêşnûme demildest bê kişandin.”