Wekîlên jin ên HDP’ê: Hûn nikarin destavêtinê bişofînin!

Koma Jin a HDP’ê ya li Parlementoyê bertek li dijî pêşniyarnameya AKP’ê da ku destavêtinê dişofîne û got, ‘’Destavêtin nikare were rewakirin! Bi hemû jinana re em ê li dijî yasayên we yên destavêtinê li ber xwe bidin.’’

Koma Jin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî pêşniyarnameya şofandina destaavêtinê daxuyaniyek da.

Di daxwiyaniyê de hate gotin, ‘’A rast ev amadekarî ji ya ku 6 wekîlên AKP’ê hazir kiribûn planeke bir berfirehtir bû.’’

’JÊ PARMENDBÛNA ZAROKAN DIPARÊZIN’

‘’Haya Wezîrê Edaletê û desthilatdariyê ji pêşniyarnameyê hebû. Wezîrê Edaletê bêyî ku veşêre ku wan pêşniyarname amade kiriye, anî Desteya Giştî û bi hişkereyî lê xwedî derket. Xal, ji ber sedema bertekan nexistine pêşnûmeyê, bi pêşniyarnameya lezgîn pêşbîniya wê hatibû kirin ku kesên ku dest avêtine efû bikin.

‘’Xala zewicandinê ya bi kesê destavêtî re’’ ku tevgera jinan û femînîst bi têkoşîna domdar ew di Qanûna Cizayê ya Tirk de dan guhartin, niha dixwazin dîsa bînin. Bi ser de jî vê li ser zarokan pêk tînin!

Bi guherîna xala navborî re, kesên ku ji zarokan parmend bûne, di rewşa zewacê de wê ji girtîgehê xilas bibin. Jêparmendbûna zarokan ku li Karaman, Semsûrê bi qedexeyên weşanan dixwestin ser binixumînin, îro bi hişkere li meclîsê û li televîzyonan tê parastin û bi rehetî hewl didin ku vê bikin yasa. Em ê bi ti awayî destûra vê nedin! Di rewşeke wiha de ku Pêşnûmeya Qanûnê bi temamî were pejirandin, tiştên ku em ê bijîn em naxwazin bifikirin jî.’’

WÊ ÇI BIBE?

Daxuyanî wiha berdewam dike:

‘’Kesekî ku dest avêtibe zarokeke 10 salî, ku hate wî temenî ku bikaribe mehra wê were kirin, ku bi vê zarokê re bizewice wê ciza nexwe. Ne girîng e bê ka ev kes xizmê zarok be yan jî emrê wî 50 an jî 70 be!

Dadger wê hikim bidin ku zarokên 13 salî bi dilê xwe bi kesên 50 salî re bûne. Jê wêdetir di van têkiliyên wiha de wê li li dilxwestinê bigerin!

Zarokên ku dest avêtine wan, wê bi zextê bibêjin ku ew bi dilê xwe bi wan re bûne!

Kesên ku di per pereyan de jî ji zarokan parmend bûne, di rewşa zewacê de wê ji ciza xilas bibin. Yek ji sedema girîng a zewaca zarokan jî dijwariyên aborî ne. Malbat dema ku li derdora wan bertekek nebe di ber pereyan de bi hêsanî wê bixwaze zarokên xwe bide zewicandin. Di rewşa zewacê de heta dev ji hev berdanê, taloqkirina hişkerekirina biryarê û înfazê, wê bibe sedem ku zaroka ku dest avêtinê bi gefan zewacê bidomîne.’’

 ‘HETA DAWIYA EMRÊ XWE TECAWIZ!’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zewaca di temenê zarokatî de tê wateya ‘heta dawiya emrê xwe tecawizê’ û wiha hat dewamkirin;

“Li gor daneyên Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî, ji sedî 97.4’ên kesên ku ji ber zewaca pêşwext an jî nîşaniyê dest ji perwerdeyê berdidin xwendevanên keç in. Piraniya zarokên ku di temênê biçûk de tên zewicandin, domahiya emrê xwe bi tundiya fîzîkî û psîkolojîk a ev kesê ku pê re zewicîne û malbatî wî hevrû dimînin. Tê dîtin ku kesên ku bi zarokên keç re tên zewicandin ji milê temen ji wan gelekî mezintir in. Piraniya zarokan bêyî têkîldarî cinsî xwedî agahî bin dizewicin, kesên ku pê re tên zewicandin dest davêje wan, bi gelek pirsgirêkên tenduristî re hevrû dimînin. Sedema yekem a keçên 15-19 salî, ji ber pirsgirêkên ku welidînê ne. Zarok ji hêla hevjînê xwe ji hevalên xwe tên qutkirin, destûra dibistanê nayê dayîn û heta destûra derketina ji malê nayê dayîn. Gelek jinên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin, di tememên pêş de gelek nerehetiyên psîkolojîk ên mîna hêrsbûyînê dijîn.

Xala demkî ya duh li Meclîsê hatibû qebûlkirin, eger bê qebûlkirin û domdar bibe, wateya wê ev e; “Tecawizkaran ji hepsê derdixin, zarokên ku destdirêjî li wan hatî kirin bi tecawizkarên wan re heta dawiya emrê wan dixin hepsekê!”

HUSEYÎN UZMEZ HAT BIBÎRXISTIN

Di daxuyaniyê de axaftina Wezîr Bozdag a ku bi vê qanûnê wê 400 kesên girtî bêne berdan hat bibîrxistin û wiha hat gotin; “Em dipirsin, ji 400 kesên ku wê ji vê hikmê sûdê wergirin çend zarok in û çend jî gihayî ne? Bi vê ‘efû’yê wê çend îstîsmarkarên zarokên ji hepsê derkevin, mîna ‘Huseyîn Uzmez’ ên demekê! Ji bilî kesên girtî, ti kesên ‘dewlemend’ ên ku hûn dixwazin ji vî cezayî ‘rizgar bikin’ hene gelo?”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku gelek kesên AKP’î destavêtina zarokan rewa dibînin, hate bibîrxistin ku dema pêşnûme ketibû dengdanê Namzetê AKP’ê Vahdettîn Înce di bernameyeke televîzyonê de gotibû keçên 13 salî dikarin bên zewicandin.

 ‘EM Ê LI HEMBER YASAYÊN WE YÊN TECAWIZKAR LI BER XWE BIDIN!’

Koma Parlamentoyê ya Jinên HDP’î di dawiya daxuyaniyê de ev ragihandin;

“Ev guherîna qanûnê ‘Hevpeymana Konseya Ewropa ya Parastina li dijî Mêtingerî û Îstîsmara Cinsî ya li dijî Zarokan’ û ‘Hevpeymana Stenbolê’ bi awayekî eşkere îhlal dike.

Bi hinceta ku hevalên wan jî dizewicin, ti kes nikare bêcezabûnê ji bo tecawizkaran, îstîsmarkaran bixwaze.Çareserkirina maxdûrbûnekê, ne zewicandina zarokan e, ti carî tecawiz nabe ku bê rewakirin!

Tiştê ku divê dewlet bike ev e; Ne zewicandina zarokan e; bikaribe ji bo tevahî zarokan jiyaneke ku dikarin azad bijîn, xwedî mafê wekhev ê perwerde û tenduristiyê bin saz bike! Tiştê ku divê dewlet bike ev e; tecawizkar bi awayekî herî giran ceza bike!

Em vê pêşnûmeyê ti carî qebûl nakin. Bi tevahî jinan re em ê li dijî yasayên we yên tecawizkar li ber xwe bidin. Hûn ê nikaribin destavêtinê pAK bikin!”