Li Dûîsbûrgê semînera 25’ê Mijdarê
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja li Dijî Şideta li Hember Jinan û çalakiya ‘Ji bo têkbirina darikeri; xwebûn ‘ a ku TJK-E dayî destpêkirin semînerek hate lidarxisitn.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja li Dijî Şideta li Hember Jinan û çalakiya ‘Ji bo têkbirina darikeri; xwebûn ‘ a ku TJK-E dayî destpêkirin semînerek hate lidarxisitn.
Semîner ji aliyê Însyatîfa Jinên Kurd ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê hate lidarxistin. Di semînera ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê însyatîfa jinna Nîlufer Çelîk axaftinek kir.
Semîner bi sirûda “Em rê nadin faşîzma dewlet û mêr” destpê kir.
Salona ku semîner lê hate lidarxistin pankartên “Şideta li dijî jinê îdeolojîk e” û pankarta bi sirûda “Ji bo têkibirina darikeriyê; xwebûn” a ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) yê ve starta wê nû hate kirin hatin daliqandin. Di semînera ku nêzî 100 kes beşdar bûn de, bi dirûşmên “Li dijî şideta li ser jinê li ber xwe bidin” û “Jin, jiyan, azadî” ve bi dawî bû.