Li Dortmûndê semînera meclîsên jinan
TJK-E di çarçoveya kampanya 'Ji bo têkbirina dagirkeriyê, xwebûn" de, li bajarê Dortmûndê semînera meclîsên jinan lidar xist.
TJK-E di çarçoveya kampanya 'Ji bo têkbirina dagirkeriyê, xwebûn" de, li bajarê Dortmûndê semînera meclîsên jinan lidar xist.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya kampanya 'Ji bo têkbirina dagirkeriyê, xwebûn" de, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê semînera meclîsên jinan lidar xist.
Qisekaran bal kişandin ser zêdebûna şîdeta sîstema kapîtalîst a li dijî jinê û diyar kirin, ev şer bi rengekî herî hovane bi destê çeteyên DAIŞ'ê li Kurdistanê tê meşandin. Hat ragihandin, ji ber vê yekê jî bi hezaran jin weke xenîmet dîl hatin girtin, li bazarên koledariyê hatin firotin û bi rengekî rêk û pêk destavêtin û destdirêjî li wan hat kirin.
Beşdaran, hemû jinên Kurdistanî yên bi şiyara "Ji bo têkbirina dagirkieriyê, xwebûn" li dijî çeteyan şer dikin û hemû tevgerên jinan ên şoreşger ên li cîhanê silav kirin.