BI DÎMEN

Li Hambûrgê aktivîteyên 25’ê Mijdarê destpê kir

Li bajarê Hambûrg ê Elmayayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hember Jinan û bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin, di panela hevpar a ji aliyê TJK-E û ADKH’ê ve hate lidarxistin de banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.

Panela ku weke qiseker nûnerên Tevgera Jinên Demokratî û berdevkê Komeleya Şêwirînê ya LGBTÎ Stenbol Kivilcim Arat û parlementera berê Sevahîr Bayindir beşdar bibûn, li MIG-Zentrûm a li semata Sternschanze pêk hat.

Kivilcim Arat a ku ji bo beşdarî panelê bibe ji Stenbolê hat Hambûrgê, di mijara ku pêşkêş kir de behsa êrîşên dewletê yên li ser jinê ku ji dîrokê heta roja îro li gelek deverên cîhanê pêk tên mînak da, rê û rêbazên têkoşîna jinan û tevgerên LBGT’yiyan vegot.

Sevahîr Bayindir jî li ser mijarên li dijî şideta ji aliyê dewletê û mêr ve wê çawa xwe biparêzin û têgehên vîna xweser rawestiya, diyar kir ku hemû civakên ku li Ewropa dijîn divê ji bo her kesên ku dixwazin li Rojhilata Navîn bêdeng bikin têkoşînê bide meşandin.

Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Aktivîteyên 25’ê Mijdarê yên li Hambûgê, 26’ê Mijdarê di saet 14:00’an de wê ji aliyê gelek sazî û dezgehan ve bi mitînga hevpar ku li Monckebergstrasse bê lidarxitin dewam bike.