BI DÎMEN

TJK-E têkîldarî kampanyaya ‘Ji bo têkbirina dagirkerî, xwebûn’ daxuyanî da

TJK-E: Eger em têkoşîna xwe bi perspektîfek gerdûnî û bi rêxistinî bi awayekî xwecih pêş bixin, em ê bikaribin sîstema zilamserwer-kapîtalîst a ku bûye sîstemek cîhanî têk bibin.

 

TJK-E bi daxuyaniyek çapemeniyê ve bi şîara ‘Ji bo têkbirina dagirkerî, xwebûn’ kampanyayek da destpêkirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Berdevka TJK-E Dilşa Osman hat xwendin. Di çarçoveya kampanyayê de wê li Ewropayê gelek aktîvîte, semîner, civîn bên lidarxistin.

Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi şîara ‘Jibotekbirinadagirkerî, xwebûn’ kampanyayek da destpêkirin. TJK-E, îro danê êvarî têkîldarî armanca kampanyayê li bajarê Den Haag ê Hollandayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî ji hêla Berdevka TJK-E Dilşa Osman hat xwendin û hat destnîşan kirin ku sîstema zilamserwer-kapîtalîst li çar aliyê cîhanê tundiya li dijî jinê bilind kiriye, pêvajoyeke ku şerekî êrîşê yê sîstematîk tê kirin.

‘ŞERÊ KU SÎSTEMA ZILAMSERWER LI DIJÎ JINÊ DIDE MEŞANDIN, BI AWAYEKÎ GERDÛNÎ TÊ BIRÊVEBIRIN’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ev şerê roja me di asta qirkirina jinê de tê meşandin. Her çiqasî têkîldarî herêmê di şêwaz û rêbazê êrîşê de cudahî hebin jî, şerê sîstema zilamserwer a li dijî jinê bi awayekî gerdûnî tê meşandin. Halê herî hov û qeba yê vî şerê li dijî jinê îro li Rojhilata Navîn DAÎŞ û li Nîjeryayê jî çeteyên zilamserwer ên mîna Boko Haramê tê pêşxistin, wek encama vê jî bi hezaran jin mîna ganîmetan li bazarên koleyan tên firotin, bi awayekî sîstematîk û domdarî destdirêjî li wan tê kirin, tên qetilkirin. Li gel vê, ji ber şer jî mirov ji her demê zêdetir neçarî koçkirinê tên hiştin, li ser axên xwe penaberiyê dijîn, bi tundiyek giran û piralî hevrû dimînin. Li gelek welatên Ewropayê, heqên ku jinan di demên xwe de bi têkoşînê bi dest xistine tên betalkirin, zor li wan tê kirin ku di şertên bêgarantî  û bêyî mafên bingehîn bixebitin, ked, ruh û laşê wê mêtin, di astek mezin de bi tundiyê re hevrû tên hiştin. Di serî de Hîndîstan, li gelek welatên Asyayê tundiya cinsî ya li dijî jin û zarokên keç wek webayê berbelav bûye, bi taybet jî di şêweyê tecawizên komî xwe didin der. Dîsa li Amerîkaya Latîn, qetlîamên jinan bêyî navber dewam kiriye û gihiştiye asta qirkirinê. Polîtîkayên dewleta Îranê yên dijminê jinê û cinsiyetparêz, bi şêweyê îdam, recm, nîkaha mûta û madeyên hişbiriyê digihêje asta herî jor” û hat îfadekirin ku ev asta ku êrîş û şerê sîstematîk ê li dijî jinê di destpêka sedsala 21’emîn de gihiştibe asta gerdûnî helbet ne rewşek ji ber xwe ye.

‘JI BO HEBÛNA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST BIDOMÎNE PÊDIVIYÊ BI BERFIREHKIRINA MÊTINGEHAN DIBÎNE’

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku modernîteya kapîtalîst ji bo xwe jinûve bafirîne û hebûna xwe bidomîne pêdiviyê bi berfirehkirina mêtingehan dibîne û wiha dewam kir; “Ji bo vê jî destpêkê çîna yekem a dîrokê, hebûna civakî ya destpêkê hat kolekirin û mêtin, heta neteweya yekemîn, jin kiriye hedef. Divê bê zanîn ku modernîteya kapîtalîst herî zêde jî bi mêtina laş, ked, hêza kar, hest, raman, ruhê jinê pêşketin bi dest xistiye. Jin ji her demê zêdetir di modernîteya kapîtalîst de bûye objeya mêtinê ya bêdawî û bêsînor. Lewre jî şariştaniya zilamserwer-kapîtalîst ji bo xwe li beramberî vê krîza ku tê de yî jinûve ava bike, li dijî her qada jinê pêlek êrîşa nû daye destpêkirin.

Giranbûna van êrîşên sîstemê, yekser têkîldarî asta azadiya jinê ye ku di çarîka yekem a sedsala 21’emîn de xwe gihandiyê. Jin a ku zanebûna xwe zêde dike, dibe îrade, dibe kirde ji bo sîstemê dibe tehdîdek. Di asta gerdûnî de pêşxistina asta rêxistinbûyinê, mezinkirina komkirina kolektîf a rewşenbîrî, kûrkirina hêza dahûrandinê ya têkîldarî sîstemê û ji ser vê jî berfirehkirina têkoşînê, li beramberî sîstemê jinê dike hedef. Jixwe jina xurt tê wateya sîstema zilamserwer-kapîtalîst a lawaz.

 ‘JI BO TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN PÊWÎST E KU ZIHNIYET BÊ ÇARESERKIRIN’

Tundiya li dijî jinê encamek e. Di çavkaniya xwe de zihniyeta zilamserwer-kapîtalîst-dewletparêz ya ku jinê wek objeya bêdawî ya mêtingeriyê dibîne heye. Ev zihniyet roja me jî xwe gihandiye rehên herî zirav ên civakê, bi awayekî bênavber xwe jinûve dafirîne. Lewma jî têkoşîna encamgir a li dijî tundiya li hember jinê divê zihniyeta zilamserwer û mekanîzmayên wê yên xwe jinûve dafirîne û her wiha amûrên wê yên îdeolojîk bike hedef. Ji bo tundiya li dijî jinê ji holê bê rakirin, divê zihniyeta ku xwe dispêrê bê analîzkirin û derbaskirin.

Mêtingerî, li dijî gelê Kurd dixwaze li qadên siyasî, aborî, çandî û civakî serweriya xwe ava bike û berbelav bibe. Li ser vî esasî jî polîtîkayên şer û qirkirinê yên rejîma faşîst a Tirk ku Erdogan û AKP pêşengtiya wê dikin, şêwazê herî giran ê tundiya li dijî jinê ye. Îro li 3 parçeyên Kurdistanê, xesp û berbelavbûna li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûrê Kurdistanê  ji hêla vê rejîma faşîst tê pêşxistin. Dixwazin îradeya gel û jinên Kurd bi rêka dagirkeriya leşkerî û aborî bê şikandin û gelê Kurd li ser axa xwe dîl bê girtin. Ev zihniyeta mêtinger şaredariyên me xesp dike, waliyên mêtingeriyê dişînin, kelepçe û zindanan nîşanî îradeya siyasî ya gelê Kurd didin, şikandin û teslîmgirtina mejî, fikir û îradeya me ferz dike. Hewl dide ku komek kole ya bi rêka vê berbelavbûna çandî û asîmîlasyonê dest ji azadiya xwe berdaye ava bike.

Wek Tevgera Azadiya Jina Kurd, em di vê qadê de ezmûnên girîng in. Wek jinên Kurd em bi her cure tundiya zilamserwer re hevrû bûne û hê jî dimînin. Hem cins, hem netew hem jî wek çîn em sê milî hevrûyî tundiyê ne. Lê, dema têkoşîna xwe pêş dixin, em tundiya ku hewl dide me tine bike bi awayekî komple analîz dikin, li ser esasê ku têkoşîna herî bibandor a li dijî sîstemê avakirina sîstema xwe ye, xwe bi rêxistin dikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekane rêya tinekirina zihniyeta zilamserwer û lewre jî her cure tundiya zilam, pêşxistina rêxistinbûyina jinê, avakirina xweparastinê ye, wiha pê de çû; “Wek Têkoşîna Azadiya Jina Kurd, rastiya ku me ji tecrûbeyên xwe yên 30 salan derxistiye ev e. Li ti cihên cîhanê pêwîst e jin ji rêxistin û xweparastinê mehrûm nemînin. Jin a ku ne xwedî rêxistinbûyin û parastin be, nikare hebûna xwe li hemberî êrîşên sîstemê biparêze, azadiya xwe bi dest bîne. Jina bêrêxistinî jina bêparastin e. Rizgariya jinê ji têkoşîna rêxistinî ya hevpar tê. Lewre jî pêwîst e tevlîbûna me ya qada civakî ne li ser esasê nasnameyên takekesî bin, li ser esasê nasnameya jina bi rêxistinî be. Ji bom e xweparastin ne tenê li dijî êrîşên dijmin bi çekan xwe parastin e. Xweparastin ji bom e parastina xeyal, hêvî, utopyayên me ne û lewma jî tê wateya jiyanîkirinê. Xweparastina herî mezin jî li dijî sîstema zilamserwer-kapîtalîst-dewletparêz ya em red dikin, avakirina sîstema me ya azad e ku xeyal, hêvî, utopyayên me dikevin meriyetê. Di vê mijarê de paradîgmaya demokratîk, ekolojî, azadîxwaziya jinê ya ku Rêber Abdullah Ocalan ê hevrêyê herî mezin ê Tevgera Azadiya Jina Kurd e û beriya 18 salan bi operasyonek NATO’yê bi tecrîdeke bi awayekî topyekun li Tirkiyeyê dîl e, ne tenê ji bo jinên Kurd e, her wiha ji bo tevahî jinên cîhanê jî pêş dixe. Bi vê paradîgmayê ve di tevgerên azadiya jinê di mijarên kûrbûna îdeolojî, rêxistinbûyin û xweparastinê de perspektîfek çareseriyê ya girîng derketiye holê.  

HEDEFÊN KAMPANYAYÊ

Em wek jin ji bo redkirina sepanînên mêtingeriyê û tundiya ku daniye holê, li dijî bandorên neyênî yên ku koletî û mêtingeriyê di kesayet, mejî, îrade û bedena me de çêkiriye kampanya ‘JI BO TÊKBİRİNA DAGİRKERÎ; XWEBÛN!’ bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê didin destpêkirin. Em ê kampanya xwe bi awayekî herî dûvdirêj û bi bandor di qadên çalakî, dîplomatîk û civakî de li ser esasê avakirina jiyana demokratîk û azad de bi rê û rêbazên dewlemend bidomînin.”

TJK-E bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li ser esasê kampanyaya ‘JI BO TÊKBİRİNA DAGİRKERÎ; XWEBÛN!’ di 25’ê Mijdara 2016’an de ji bo rawestandina faşîzma Tirk rabin ser piyan û piştgiriyek hevpar nîşan bidin û tevahî bindest li dijî sîstema zilamserwer dawetî têkoşîna hevpar kir.

Di daxuyaniyê de ku hat gotin, “Eger em têkoşîna xwe bi perspektîfek gerdûnî û bi rêxistinî bi awayekî xwecih pêş bixin, em ê bikaribin sîstema zilamserwer-kapîtalîst a ku bûye sîstemek cîhanî têk bibin”, têkîldarî armanc û plansaziya kampanyayê ev agahî hatin parvekirin:

-Li dijî bandorên sîstema mêtinger wê bi awayekî çalak xebatên agahdarkirinê bên meşandin. Ji bo vê jî wê giranî li ser panel, semîner, çaliştay û civînên jinan bin.

- Li ser esasê Li dijî mêtingeriyê ti jinên bêrêxistin nemînin, her mal her tax her kargeh her kolan bingehê xebatê ye. Bi nasnameya jina rêxistinkirî wê civaka birêxistinkirî bi têgihiştin, hestiyarî û pêhisiyê ji bo avakirina nasnameya jina birêxistinî bixebite.

-Ji bo mêtingerî ji mejî, kesayet, ruh û hestan bê avêtin, wê bi ferasetek demokratîk, ekolojî, azadîxwaz ve meclîs, komun û însiyatîfên jinan bê sazkirin û berbelavkirin.

-Li dijî rastiya afirandina civaka ku mêtingerî dawerivandiye bi kûrkirina dahûrandinên ferd û civaka azad ji bo guherîn û veguherîna civakê wê giranî li ser akademiyên jinan bin û xebatên zanekirinê bên esasgirtin.

-Ji bo derbaskirina mêtingeriya çandî, wê giranî li ser xebatên çand û hunera alternatîf bin. Ji bo vê jî wê li dijî xebatên huner û çandê yên ku xizmetê didin komên sermaye wê bi zanebûna XWEBÛNÊ  ya ku manewiyata civakê xurt bike û bigihîne nirxên moralê, aktîvîteyên çandî, hunerî yên alternatîf bên pêşxistin.  

-Li dijî sîstema feqîrkirinê û kolekirinê ya ku mêtingerî ji bo civakê teslîm werbigre bi kar tîne, wê giranî li ser esasê aboriya komunal li ser avakirina komên aborî yên jinê, li vê qadê pêşxistina piştgiriya jinê û berbiçavkirina keda jinê be.

-Li ser esasê rastiya ‘Zimanê min, welatê min-pêşeroja min e’ wê li dijî asîmîlasyonê têkoşînek mezin bi dayîn, ji bo axaftin, nivîsandin û zimanê rojane zimanê zikmakî be, li dijî mêtingeriyê wê têkoşîna XWEBÛN’ê bi awayekî çalak bê meşandin.

-Mêtingerî ew e ku çand, ziman, bawerî û zimanê hegomonîk xwe berbelav û serwer dike. Lewre jî ji bo tevahî komên baweriyê, gel û ziman bi azad biherikin û bi nasnameyên xwe hebûna xwe bidomînin û xwe bi rêxistin bikin, ji bo tevahî komên baweriyê û gel di têkoşîna XWEBÛN’ê de piştevanî û hevpariyê bi dest bixin, em ê eniya ‘li dijî faşîzmê em pişta hev bigrin, Berxwedanê Mezin bikin’ ava bikin.

-Mêtingerî hewl dide li ser biyanîkirinê bişibîne çand û sîstema serwer. Ji bo vê jî destpêkê di malbatê de yekeyên xwe yên rêxistinbûyinê ava dike. Kampanya XWEBÛN’ê, ew e ku malbat bigihêje nirxên xwe yên demokratîk, têgihiştina azad û wekhev di vê saziyê de dest pê bike. Ji bo desthilatdarî û hiyerarşî bê derbaskirin, pêwîst e nakokiya efendî-kole ya malbatan û têkîliyên dumilî de bên derbaskirin. Lewma jî ji bo hevjiyana azad di her qadên jiyanê bê dawerivandin wê xebat bên meşandin.

-Mêtingerî her cure tundiya gurayî bi rêka şeran dimeşîne. Ji bo vê jî dewlet bi sazî kiriye. Li dor dewletê jî artêş, hiqûq, siyaset, perwerde, tenduristî û aborî ji ser dagirkerî û talanê bi pêş ketiye. Bi kampnaya XWEBÛN’ê ve wê li dijî sîstemên netewedewlet, hîyerarşîk, desthilatparêz û cinsiyetparê têkoşîna demokratîk bê meşandin û civaka wekhev-azad û azadixwaziya jin bê pêşxistin.

-Sîstema kapîtalîst modernîst a ku li Ewropayê takekes dike, civakîbûnê dişkîne, bi şikandina manewiyatê ve di jin û civakê de hilweşînê û mezextinê bi pêş dixe. Li dijî hilweşîna manewî û mezextinê, ji bo lêgerîna ku civakîbûniyê xurt dike pêş bikeve, ji bo li her bingehî hevdîtina jinê pêk wer, wê giranî li ser piştevanî û diyalogê be.

-Ji vo vê jî wek jinên Ewropî, Afrîkî, Asyayî û Rojhilata Navîn ên li Ewropayê dijîn, di serî de jinên Anatolyayî û Mezopotamyayî,  li ser esasê li dijî faşîzmê pêşxistina piştevaniyê û berxwedana hevpar û eniya têkoşînê, em wek gelek tevgerên jin, rêxistinên civaka sivîl, hêzên dijî kapîtalîstê yên havîrdorê, çepgir, sosyalîst-femînîst, em ê bên gel hev û li dijî sîstema ataerkîl, em ê sîstema demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi pêş bixin.

-Em careke din operasyona nehiqû û nerewa ya NATO’yê ku bi esaeta Mîmarê paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojî û azadîxwaziya jinê Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû, şermezar dikin, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan wê ji esasê me yên bingehîn be.

-Ji bo derbaskirina mêtingeriyê yekparebûna fikr-zikr-çalakî nebe nabe. Lewma jî divê li her derê ji bo dînamîzmek xurt çêbibe, wê giranî li ser çalakî û aktîvîteyan be, li ser hûnandina tevna nerazîbûnên demokratîk  a bi îrade, zanebûn, keda me be.