Kombûna Jinan li Amedê dest pê kir

Kombûna jinan a li dijî êrîşên rejîma AKP'ê yên li dijî destketiyên jinan û girtina komeleyên jinan, li Amedê dest pê kir. Civîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya DBP'ê bi beşdariya nûnerên gelek saziyan pêk tê.

Civîn li Sazlona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê ya Amedê tê lidarxistin. Tevî nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlamenterên jin ên HDP'yî, ji Parlamenta Ewropayê Jûlîe Ward, Nûnera Koordînasyona Enternasyonal a Rêxistin û Partiya Şoreşger, Nûnera Konferansa Jinê ya Cîhanê Sûzanne Bader, endama Parlamenta Baskê Oîhana Echevarrîeta Legrand, Parêzera Mafên Mirovan a Îngilîstanê Melanîe Gîngell, Nûnera TCEP a Qibrisê Falka Paşa û ji Tirkiyeyê nûnerên gelek saziyên jinan di civînê de amade ne.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya jinê, endama Meclîsa Jinê ya DBP'ê Fatma Kaşan dest bi axaftinê kir. Kaşan bal kişand ser êrîşên dijwar ên di dema dawî de li têkoşîna azadiya jinê tê kirin û got, "Weke şopdarên têkoşîna jinan a hezaran salî, em îro li vir in. Lewma haya me ji rola me ya dîrokî heye. Em ê bi teqezî azadiya jinê misoger bikin. Ev soza me ye ji hemû jinên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, hatine sirgûnkirin û hatine girtin."

Kaşan destnîşan kir, tevgerên ked û jinê û gelên bindest, modernîteya netewe-dewlet li gorî xwe nabînin, lewma li dijî vê yekê li ber xwe didin. Kaşan di dewama axaftina xwe de got, "Ji ber vê yekê, sedsala 21'an bûye serdemeke, ku li dijî zîhniyeta dewleta netewe ya tund, modernîteya demokratîk derketiye holê, li dijî zîhniyeta baviksalariyê, bîrdoziya rizgariyê ya azadîparêziya jinê derketiye holê. Şerê li Rojhilata Navîn diqewime, pêwendiya xwe ne tenê bi rewşa li Rojhilata Navîn re heye. Ew şer e, ku sedsalên pêş pê tê avakirin. Komên tund ên li vir hatine afirandin, encama hewldana dewletên derve ne, ku dixwazin di vir de cih bigirin. Netewe dewlet dibêje, 'Eger hûn li Rojhilata Navîn karibin pêşî li azadiya jinê bigirin, hingî hûn ê karibin di sedsala 21'an de bi rolekê rabin'. Ji ber vê yekê li Rojhilata Navîn êrîş li jinê û civakê tê kirin. Tercîha siyasî ya Tirkiyeyê avakirina dewleteke netewe ya tund e li ser pavşerûtiya herêma Rojhilata Navîn. Lewma polîtîkaya li dijî gelê Kurd tê meşandin, polîtîkayeke qirkirinê ye. Êrîşkariya li me tê kirin, ne ji rêzê ye."

Kaşan da xuyakirin, ku sîstema li hemberî wan, sîstemeke ku hebûna xwe bi kolekirina jinê ve girê daye û ji ber vê yekê di destpêkê de êrîşî jinan dike. Kaşan got, "Em di nava vê pêvajoyê de, li cihekî gelekî stratejîk in. Ya ku Rojhilata Navîn biguherîne, têkoşîna azadiyê ya Kurd e, ku azadîparêziya jinê ye. Ji ber vê yekê êrîşeke topyekûn tê kirin. Lewma KJA hate girtin û hevrêyên me yên jin hatin girtin."

Piştî axaftina Kaşan, nûnerên rêxistinên jinan ên ji herêmên cuda yên cîhanê hatine, yek bi yek derketin ser dikê. Nûneran li ber dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" beşdar silav kirin.

Kombûna jinan bi axaftina beşdaran dewam dike.