Guven: Divê berxwedan bê bilindkirin û belavî her qadê bibe

Hevseroka KCD Leyla Guven wiha got: “Divê em jin di vê pêvajoyê de vî barî hildin ser milê xwe û dakevin qadan. Divê berxwedan bê bilindkirin û belavî her qadê bibe. Dibe ku em di rojên zor û zehmet de dijîn lê em hemû dizanin rojên ronî nêzin.

Bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li Amedê gelek nûnerên saziyên jinan ên hatine girtin di "Hevdîtina Jinan" de hatin cem hev.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li vir axivî û wiha got: "Jinên serkeftî, zana, berxwedêr û azadiya xwe dixwazin wê li dijî vî feraseta zilam serê xwe netewînin."

'DIKARIN AVAHIYÊN ME KILÎT BIKIN LÊ...'

Guven berxwedana li Kobanê, Şengal û Mûsilê bi bîr xist û wiha berdewam kir: "Dikarin avahiyan lohr bikin û deriyên me kilît bikin lê ti caran nikarin ziman û têkoşîna me kilît bikin. Hûn henû ji bajar û welatên cuda hatin. Dibe ku cihên ku hûn hatine cude be lê têkoşîn û berxwedana me hevpar e. Bi salan e konsepta dewletê ya nehatiye guhertin heye. Digotin em ê yên li ber xwe didin li kolanan bikujin. Gotin qey ê me bi kuştinê biqedînin, kuştin, girtin lê nekarin biqedînin." Guven destnîşan kir ku bêyî jinan ti caran serkeftin nabe divê jin barê pêvajoyê hilbgirin, divê berxwedan mezin bibe û li her derê belav bibe.Guven destnîşan kir ku dibe ku niha rojên tarî heye lê dizanin ku dojên ronî nêzîk in.

ROJÊN BI BERXWEDANÊ TIJÎ LI BENDA ME NE

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît jî wiha axivî: "Em jin li dijî faşîzmê ji berxwedanê hêzê digirin. Em slavê ji hevalên xwe yên zindanê re dişînin. Ew ne tenê ne. Em ê ti caran destkeftiyên xwe teslîmê sîstema AKP'ê nekin. Bi rojan e li kolanan berxwedan tê hunadin. Jin hemû baş dizanin ku hedefa yekem a AKP'ê jin in. Bila AKP û dijminên jinan bizanibin ku em ê ti caran jê têkoşîna xwe venegerin ji qadan xwe nekişîin. Rojên berxwedanê li pêşiya me ne. Têkoşîn jî berxwedan jî serkeftin jî wê ya me be."

EM Ê LI PA’YÊ VÊ SEKNÊ BIDIN NÎŞANDAN

Piştre jinên ku ji bajarên cuda hatine jinên li salonê silav kirin, jinên ku jirtîne silav kirin. Ji Parlamentoya Ewropayê Julie Ward jî diyar kir ku 3 hefte ye li Amedê ye çavderiyên wê hene, bi taybetî jî li hemberî qanûna têkîldarî zarokan tê xwestin bê derbaskirin wê şoq kiriye û wiha axivî: "Ez ê li PE'yê û deverên din kampanya û çalakiyan li dar bixim. Em vegeriyan serdema navîn. Tişta ku di sedsala 21'emîn de divê ji hişê xwe derbas neke wê li parlamentoya Tirkiyeyê bê dengdan. Li gorî min ev nêzîkatiyekî li dijî şaristaniyê ye û em ê li PE'yê li dijî vî seknekî nîşan bidin."

 ‘MIN REWŞA ŞERÊ LI ÎRLANDAYÊ DEWAM KIR DÎT’

Endama Sinn Feinê Cara Mc Shane jî diyar kir ku li Amedê rewşa şer a li Îrlandayê dîtine û wiha berdewam kir: "30 salên dawî ne li Îrlandayê şer heye. Li dijî emperyalîzma îngilizan têkoşîna ku em didin heye. Duh êvarê polîsên ku min li kolanên Amedê dît Îrlanda anî hişê min. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û ji bo aştiyê Abdullah Ocalan bê berdan. Cih û mîsyona têkoşîna jinan a Tirkiye û Kurdistanê pir bi qîmet e. Berxwedanekî ku em hêzê bigirin heye."

Li bendê ye ku encamname bê aşkerakirin.