‘AKP destê xwe yê qirêj li ser bedena jinan rake’

Li paytext Londra bi armaca protestokirina êrîşên li ser jinan û pêşnûmeqanûna destavêtinê ya AKP’ê ku dixwaze qanûnî bike, çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta AKP’ê hate kirin ku ‘Destê xwe yê qirêj li ser bendena jinan rake.’

Li paytexta Îngîlstan Londraytê di çalakiya ku duh şev li herêma Wood Green hate lidarxistin de, êrîşên AKP’ê yên li dijî jinan hate protestokirin. Di çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinan a Roj ve hate organîzekirin de, hat diyarkirin ku AKP partiyekî li dijî jinan û weke jin wê li dijî vê têkoşîna xwe li her derê bilind bikin.

Di çalakiya ji aliyê saziyên jinan a Îngilîstanê ve hatin organîze kirin de jî, jinên Tirkiyeyî û Kurdistanî bi pankarta “Em li serî natewînin, di îsyanê de ne” û dirûşman di çalakiyê de cih girtin.