‘Bi têkoşînê me hevserokatî anî, em qedexeyan nas nakin’

Ji Meclîsa HDP’ê ya Jinan Besîma Konca, li ser fermana Wezîrê Karê Nundir a “Hevserokatî sûce, tişta pêwîst bikin” wiha bersiv da: “Hevserokatî me bi têkoşînê anî. Me pirs ji dewlet û desthilatiya mêr pirs nekir. Qedexeyan nasnakin.”

Li ser fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû a “Hevserokatî suce, tişta pêwîst bikin” a ji bo waltîiyan şandî, Berdevka Meclîsa HDP’ê ya Jinan Besîme Konca wiha bersiv da: “Hevserokatî me bi têkoşînê anî. Me pirs ji dewlet û desthilatiya mêr pirs nekir. Qedexeyan nasnakin.”

Konca ya ku fermana Wezîr Soylû nirxand bibîr xist dema ku sîstema hevserokatiyê ji bo şaredarî û partiyan pêk anî ti pêkanînên qanûnî nebûn û got: “Di encma têkoşînê de, hevserokatiya ji bo partiyên siyasî bû qanûnî. Sîstemekî ku ji bo partiyên siyasî qanûnî be, pir şaş e ku ji bo şaredariyan bêjin şaş e.”

Konca diyar kir ku vê biryara Wezîrê Karê Hûndir ew şaş nekir û wiha pê de çû: “Bi awayekî girştî sîstema hemû şaredariyên me di hedefê de ne. Gelek hevserokên şaredariyên me hatin girtin. Êdî em dev jî siyaseta AKP’ê û Erdogan berdin. Me hemûyan bi çavê xwe dîtin ku çawan ji nirxên mirovatiyê dûr ketine. Çi mafê me jinan hebe, me bi têkoşîn û berdêlên mezin bi destxistiye. Tê têkoşînin kirinê û berdêl dayîn diparêzin. Têkoşîna azadiya jinên di her mercê de meşrû ye. Li dijî vê pêkanînê çi bê kirin em ê li ber xwe bidin û bi awayekî fîlî jî em ê sîsetema xwe biparêzin.”