AMED
Bertek û nerazîbûnên li dijî pêşnûmaya hikûmetê ya îstîsmara zayendî diparêze zêde dibe. Li gelek bajaran jinan li dijî pêşnûneyê bertekên xwe anîn ziman û xwestin hikûmet bi lezgîn vê pêşnûneyê paşve bikişîne. Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amedê daxuyanî da û pêşnûma şermezar kir. Nûnerên Egitim Sen, SES û BES û gelek saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn û pêşnûma şermezar kirin. Di daxuyaniyê de dowîzên “Mêr tecawiz dike, dewlet diparêze" “Em hikûka ku tecawizê erênî dibîne nas nakin" û “Zewac tecawizê pak nake" vekirin. Daxuyanî li Şaxa 2'emîn a Egîtîm Senê hat kirin. Jinan bendên spî yên “Biryarê dilê min birîn kir" li sînga xwe daliqandin û pêşnûma şermezar kirin.
POLÎSAN DAXUYANÎ ASTENG KIR
Jinan xwest li pêş avahiya Şaxa 2'emîn daxuyaniyê bide. Lê polîsan bi hinceta Rewşa Awarte destûr nedan. Jinan bertek nîşanî polîsan dan û diyar kirin ku qedexe tê wateya erêkirina îstîsmarê ye.
Berdevka Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Amedê Sevgi Akdaş, daxuyanî da û diyar kir ku bi vê pêşnûmeyê rê li pêş berdana 4 hezar girtiyê tecawizkar hatiye vekirin.
Akdaş destnîşan kir ku di salekê de 16 hezar û 957 kes ji ber derketine edliyê û wiha got: "Di dozên çûne dadgehê de 13 hezar û 968 kes hatine mahkûmkirin. Tirkiye di milê îstîsmara zayendî de di rêza duyemîn de cih digirin. Akdaş, bilêv kir ku li Tirkiye ji 5 zewacan yek jê di bin temenê 18 salî re hatine zewicandin.
EDENE
Platforma Jinan a Edeneyê jî diyar kir ku îktîdar kesên îstîsmara zayendî dikin bi vê pêşnûmayê efo dike û ji bo neyen cezakirin bi zagona rê li pêş ceza digirin. Platforma Jinan li Parka Ataturk daxuyanî da û pankarta "Tecawiz nayê rewakirin" vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê û Meral Danış Beştaş û gelek jin amade bûn û pêşnûma şermezar kirin.
MÊRSÎNÊ
Li Mêrsînê jî Platforma Jinan a Mêrsînê li pêş AVM'ê bername pêk anî. Gelek kes beşdarî bernameya jinan bû. Gelek welatiyan piştgirî da pêşnûmayê. Endamên platformê belavoka "Mafên Zarokên Cîhanê" û balonên li ser "Zarok bêdeng dibe tu bê deng neme" û "Dest nede bedena min a zaroktiyê" belav kirin.
HATAY
Li ser banga Platforma Jinan a Îskenderunê jî jin li qada Bit Pazari ya berê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Jinan li vir jî pankarta "Zarok bêdeng dibin tu bê deng nebe" vekirin û bertekên xwe anîn ziman. Berdevka Platformê ya Demê Nilgun Selçu jî diyar kir ku li girtîgehê zarok jî hene bal kişand ser zarokên girtî yên rastî êrîşa îstîsmarêhatine."
Platforma Jinan a Hatayê û Şaxa SES'ê jî hevpar daxuyanî da û pêşnûma şermezar kirin.