‘Hişmendiya Erdogan wê bi têkoşîna azadiya jinê li ber avê biçe’

Koordînasyona KJK’ê: Erdogan û hişmendiya AKP’ê ya ku bi nîjatperestî, îslamiya siyasî û zayendîparêziyê hatiye strîn wê bi têkoşîna bi pêşengiya azadiya jinê li ber avê biçe.

Koordînasyona KJK’ê: Erdogan û hişmendiya AKP’ê ya ku bi nîjatperestî, îslamiya siyasî û zayendîparêziyê hatiye strîn wê bi têkoşîna bi pêşengiya azadiya jinê li ber avê biçe. Bang li hemû jinan dikin ku di nav têkoşîna azadiya jinê de berxwedanê geş bikin.

Koordînasyona KJK’ê got, ‘’Faşîzma reş a Erdogan û zalîtiya AKP’ê ya li dijî jinê û têkoşîna azadiya Kurd, bi pêşengiya jinê û rêxistinbûyina wan wê li paş bimîne.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em jin di serdemeke dîrokî de ne. Krîza ku mirovahî dijî, kaos tenê bi şoreşa civakî ya bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dikare li paş bimîne’’ û bi berdewamî, ‘’Tevgera azadiyê jinê, bi pratîkbûna ramanên felsefîk û îdeolojîk ê Rêber Apo, pêş ket û kûr bû. Tevlêbûna jina a li qadên jiyanê encama têkoşîna li dijî hişmendiya zilamsalariyê û zayendîparêziya civakî ye. Xebatên têkoşîna azadiya jinê xweyî cihekî girîng e ku di civaka Kurd de rê li ber vekir ku bigihije wê rastiya ku têbikoşe.

Modêla me ya neteweya demokratîk a li dijî netew-dewletê, dersên ku ji mirovahiyê û dîroka berxwedana gelê Kurd û azadiyê, bi tecrûbeyan bi dest ve hatiye. Ev model modeleke dîrokî ye ku jin, gelên ji hev cihê, bawerî bi hev re wekhev û azad bijîn. Ji bo vê jî têkoşîna azadiyê ya sedsala 21’ê, neçar in ku xweyî wî wesfî bin ji pirsgirêkên mirovahiyê re bibin bersiv û têkilî hev bin. Ji bo rêveberina vê têkoşînê jî pêşengbûna jinê, rêxistinbûyina wê û li ser vê bingehê jî avakirina sîsteman xweyî giringiyeke jiyanî ye.

Li Tirkiyê sedema herî sereke ya êrîşa bi ser Kurdan û jinan de, ew e ku sîstema me ya berbiçav bûyî û xurt bûyî ji hev bela wela bikin. Dixwazin pergala me ya azadiyê nebe xwedî avaniyekê û sazûman nebe. Li Tirkiyê serdema ranegeriya faşîzma zilêm ew e ku jinên Kurd di azadbûyinê de, civakîbûyinê de gavan davêjin.

 ‘ARMANCA SEREKE EW E KU TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YA GEŞBÛYÎ PAŞ BIXIN’

KJK’ê bi berdewamî wiha got:

‘’Ne tiştekî rashatinî ye, di rewşeke wiha de ku tevgera me ya azadiyê di serî de li Tirkiyê, Rojava û hemû beşên Kurdistanê hişmendiya hevseroktiyê û nûnertiya wekhev li ser bingehê demokrasî, wekhevî û azadiyê bi pêş dixe, Erdogan sîstema ‘’Yek Serektî’’yê ew qasî xurt dixe rojevê. Pir bi zanebûn tê kirin. Sîstema serektiyê ya Erdogan li dijî sîstema me ya hevseroktiyê di rojeve de tê hiştin. Pêşketina hevseroktiyê û nûnertiya wekhev ya li hemû qadan hişmendiya zilamsalariyê pir bilez ji hev dixîne, azadiya jinê, azadiya civakî bi awayekî xurt pêk tîne. Sîstema ‘’serektiyê ya bi tîpê Tirk’’ ku li ser bingeha zext, tundî, kirinên şer ên li ser civakê ku di şexsê Erdogan de seraqet tê nîqaşkirin û di rojevê de tê hiştin jî, berevajî vê, gaveke ber bi wê ve ye ku di rastiya xwe de hewl tê dayin ku serweriya zilêm, yekdestiyê, kirinên dijdemokratîk were berdewamkirin. Ku ji vê çarçoweyê were nerîn wê were fêhmkirin be ka çima Erdogan sîstema serektiyê ev qasî zêde li rojevê dihêle, hevserokên şaredariyên Kurdistanê, endamên meclîsê têne girtin û li şûna wan jî walî, qeymeqam weke qeyûmê tînin ser şaredariyên Kurdistanê û faşîzma zilêm ya tîr bi pêş dixin. Armanca sereke ew e ku têkoşîna azadiya jina Kurd a ku geş bûye bi paş bixin, destketiyên azadiyê ji dest werin standin û dest li mewziyan were danîn. Li ser vê, dixwazin polîtîkayên kolekirina jinê ku bi hişmendiya yekdest, zilamsalariyê hatiye honan ji nû ve bi sazûman bikin û vê li ser jin, ciwan û civakê bi pêş bixînin.

Sedema hemû êrîş, înfaz, girtin, êşkence, dijûn û kêmkirinê li Tirkiyê yên li ser hevserokên partiyên siyasî, hevserokên şaredariyên Kurdistanê, yên li ser saziyên jinan, wekîlên jin, akademîsyenên jin, xebatkarên jin ên çapemeniyê, dayîkan, aktîvîstên jin û xebatkaran, mohrkirina deriyên saziyê jinan, xwe dispêrê wê hişmendiyê ku mafê jinan ên ku bi têkoşîna azadiya me ya mezin, bi kedê û berdêlan bi dest ve anîne ji hêla dewletê ve, ji hêla zilamsalariyê ve were bidestxistin.

 ‘ÎDEOLOJIYA ME YA RIZGARIYA JINÊ JI HEMÛ MIROVAHIYÊ RE DIBE HÊVÎ’’

Jinên Kurd bi avabûna PKK’ê û têkoşîna wê pir geş bûne. Weke hêza pêşeng a avakar a neteweya demokratîk îro jî xwedan ristekî girîng in. Di roja îro de di siyaset, dîplomasî, gerîla, li hemû qadên civakî jinên Kurd bi awayekî herî hîkar rista xwe pêk tînin. Ji bo vê jî jinên Kurd di têkoşîna azadkirina civakê de tenê ne li qada berxwedanê, li qada avakirina jiyana azad de jî rista xwe ya pêşeng pêk tîne. Risya pêşeng a pêşveber a jina Kurd a li hemû qadên jiyanê ji hêla dinyaya pêşverû ve tê pesinandin. Îdeolojiya me ya rizgariya jinê, têkoşîna me li Rojhilata Navîn û cîhanê, ji bo hemû mirovahiyê dibe hêvî. Heqîqeta jina berxwedêr a ku bi raman û felsefeya jiyanê ya Rêber Apo zanyar bûye, ji nû ve ruh pê hatiye, têkoşer, berxwedêr di dil û hişê serweran de dibe sedema xof û sehwê. Li Tirkiyê sedema tundî, zext û zorarî, qedexeya li ser jinê ew e ku ji hişyarbûna jinê, ji muxalefeta wê, muxalefeta civakî ditirsin. Hêza alternatîf a jinê ji hêla jimarî û xisletê xwe ve bi têkoşînê derketiye holê. Ji bo vê jî nîqaşa ku Erdogan û AKP’ê bi navê guherîna sîstemê tişta sereke ya ku dixwazin bikin paş ve birina têkoşîna azadiya jinê ye. Tesfîyekkirina têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna azadiya Kurd bi hişmendiyeke wiha têkel re tê bipêşxistin.

Bersiva herî mezin a ji bo Erdogan û çeteyên faşîst ên AKP’ê were dayin ew e ku di serî de jin, hemû hêzên azadiyê, demokrasiyê berxwedanê geş bikin; têkoşîna me ya li ser nasnameya jinê, rêxistina wê ye. Hemû tax, kuçe û kolan, gund û mal mekanên xebat û têkoşîna me ne. Çiya, mekanên azadiya me, azadbûna jine ye. Hemû jin, ciwan, avaniyên civakî yên ku bi azadî, çanda berxwedanê û dîrokê wê hatine strîn, li dijî vê rejîma faşîst a Tirkiyê, bi hemû rê û rêbazan wê li ber xwe bidin.

Tirkiye, Rojhilata Navîn bi azadbûna jinê re wê rizgariya gelan, berxwedanê pêk bînin. Jinan pêşengî ji berxwedana xwerêveberiyê ya li Rojava, Kobanê, Şegal, Minbic, Reqqa, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê re kirin. Jinên Kurd, avakirina neteweya demokratîk, hişmendiya jiyana azad, bi rikdariyeke mezin pêk tînin. Li hemû qadên neteweya demokratîk li ser rêgezên azadî û wekheviyê wê hevseroktiyê û nûnertiya wekhev bêhtir bi pêş bixin û têkoşînê geş bikin. Erdogan û hişmendiya AKP’ê ya ku bi nîjatperestî, îslamiya siyasî û zayendîparêziyê hatiye strîn wê bi têkoşîna bi pêşengiya azadiya jinê li ber avê biçe. Li ser vê zemînê em bang li hemû jinan dikin ku di nav têkoşîna azadiya jinê de berxwedanê geş bikin. Em bang li hemû ciwan, jinan dikin ku bi azweriya têkoşîna azadiyê ne, tevlî nav refên azadî û berxwedanê bibin û têkoşîna azadiyê geş bikin. Li ser bingehê têkoşîn, rêxistinbûn, çalakiya têkoşîna azadiyê ya Kurdan, hemû çewisandiyan wê bi ser bikeve.’’