Bingeha rêxistinbûna Kongreya Star: Komunên Jinan

Botî: Bi avabûna komunan re sîstema me bi temamî guherî. Di destpêkê de me xwe ji jorê ber bi jêrê ve bi rêxistin kirin. Ev sîstem ji meclîn giştî veguherî meclîsên bajar, tax û komunan.

Şoreşa Rojava ku di sala 2012'an de bi tevlîbûneke çalak a jinan pêk hat, li aliyekî ve bi şerê xweparastinê yê li dijî êrîşan bi pêş ve diçe, li aliyê din jî şoreşa civakî û şoreşa jinê roj bi roj li ser bingeheke xurt dide rûniştandin. Rêxistinbûn û sazîbûna jinê, ku di destpêkê de ji aliyê pêşengên civakî û şoreşgerên li nava civakê hat destpêkirin, îro li hemû kantonan gihîştiye asta komunan. Kongreya Star ku sîstema rêxistinbûna jinê ya li Rojavayê Kurdistanê ye, ev du sal in xwe bi rengekî komunan ji jêrê ber bi jorê ve bi rêxistind ike û hewl dide hemû jinên pêkhateyên vê sîstemê aktîf bike.

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Cizîrê Valîde Botî, komunên jinan ji ajansa me re nirxand.

JI SÎSTEMA MECLÎSA GIŞTÎ BER BI RÊXISTINBÛNA KOMUNAN VE

Botî da xuyakirin, ku di destpêka şoreşê de yanî di sala 2011'an de li ser rê û rêbazên afirandina rêxistinbûna civakî û jinê, weke Yekîtiya Star wan civîn pêk anîn û got, "Weke Yekîtiya Star meclîseke me ya giştî hebû. Piştî ku m dest bi nîqaşkirina sîstemê kir, gav bi gav me meclîsên bajaran ava kirin. Di kongreya xwe ya 5. a sala 2013'an de me biryar dan meclîsên xwe yên bajaran ava bikin. Ya rast, li her bajarî koordîneyeke me hebû. Lê belê me biryar dan meclîsên bajaran ava bikin. Di nava van meclîsan de nûnerên sazî û xebatên li bajêr cih girtin. Bêguman di nava vê demê de nîqaş li ser birêxistinkirina karekî nû dihat kirin. Bi tevlîkirina hemû nûneran me meclîsên bajaran ava kirin."

Botî diyar kir, nepêkan bû ku wê demê sîstema xwe yekser bi komunan bidin destpêkirin û wiha dewam kir: "Weke civak em hê ji vê re ne amade bûn. Pêşengiyeke cidî diviyabû. Lewma meclîs hatin avakirin.

Piştî ku rêveberiya xweseriya demokratîk xwe li ser sîstema kantonan ava kir û ragihand, me jî xwe li gorî sîstema kantonan xwe bi rêxistin kir. Ewilî konferansên bajaran hatin lidarxistin û piştre di asta kantonan de konferans hatin organîzekirin. Me jî li hemû kantonan dest bi birêxistinkirina sîstema xwe kirin. Me êdî di asta kantonan de meclîsa xwe ava kirin.

Piştre, ji bo rêxistinbûna herî demokratîk li nava civakê belav bikin, me biryar dan dest bi komunbûnê bikin. Biryara destpêkê ya li ser komunbûnê ji aliyê tevgera jinê ve hat girtin. Lê belê meclîsên gel ên giştî jî biryar dan xwe bi rengê komunan bi rêxistin bikin. Piştî ku komunên cografîk di vê çarçoveyê de hatin avakirin, me jî biryar dan li heman cografyayê komunên jinan ava bikin.

Me di sala 2014'an de dest bi xebatên komunan kirin, lê dikarim bêjim komunên me yên esasî di sala 2015'an de ava bûn. Li Kantona Kobanê, ji ber êrîşên DAIŞ'ê pirsgirêkên ewlekariyê hebûn. Nepêkan bû ku di wê demê de li vê kantonê em komunên xwe ava bikin. Me li kantonên Cizîr û Efrînê komunên xwe ava kir û di dawiya sala 2015'an de sîstema xwe ya komunan dan rûniştandin."

ŞÊWEYÊ RÊXISTINBÛNA KOMUNAN

Li ser rewşa rêxistinî ya komunan Valîde Botî ev agahî da: "200 malên li taxekê weke komunekê hatin qebûlkirin. Li gorî cografya taxê, komun hatin avakirin. Hemû pêkhateyên li vê taxê bûn endamê wê komunê.

Piştî ku komun ava bûn, sîstema me bi temamî guherî. Di despêkê de me xwe ji jorê ber bi jêrê ve bi rêxistin dikir. Ev sîstem ji meclîsa giştî veguherî meclîsên bajaran, taxan û komunan. Lê piştî ku komunên me ava bûn, mekanîzmaya me ya rêxistinî êdî ji jêrê ber bi jorê ve xwe bi rêxistin kir. Bi vî awayî vîna hemû jinan di nava sîstema me de cih girt.

Di sala 2015'an de piştî ku komunên giştî yên erdnîgarî ava bûn, me hemû jinên li wê komunê vexwend civînê. Me komuna jinê ava kir û nûner û rêveberên wê komunê jî ji aliyê jinên rêveberiya komun ava kirin ve hatin hilbijartin. Wekî din di mijarên tenduristî, xweparastin, perwerde, lihevkirin û aboriyê de komîte hatin avakirin."

Botî destnîşan kir, ku tevî van 5 komîteyên bingehîn, li gorî pêwîstiyan komîteyên din dikarin di nava komunan de werin avakirin û got, "Nûnerên komunan her wiha di nava meclîsa taxê de jî cih digirin. Nûnerên van komîteyên li nava meclîsa taxê î, nûnerekî xwe di nava meclîsa bajêr de hildibijêrin û di nava meclîsa wî bajarî de cih digire."

TÊKILIYA BI KOMUNÊN GIŞTÎ RE

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Cizîrê Valîde Botî da zanîn, weke prensîb hemû jinên di nava komunên jinan de cih digirin, di heman demê de endamên komunên giştî yên li wê erdnîgariyê ne û wiha dewam kir: "Lê belê hin hevalên me naxwazin di nava komuna giştî de cih bigirin. Lewma pêwîstî bi mekanîzmayekê heye ku karibe vîna wan jî di nava van komunan de temsîl bike. Ji ber vê yekê, weke Kongreya Star me nîqaş kir ku divê rêveberiyên komunên me yên jinan di nava rêveberiya komuna giştî de cih bigirin û me ev yek yekser xistin meriyetê. Di nava komunên giştî de sîstema hevserokatiyê heye. Yek ji hevalên me yên di rêveberiya komuna jinê de cih digire, ji komuna giştî re jî hevserokatiyê dike. Û bi vî rengî vîna hemû jinan temsîl dike."

'KOMUNÊN JINAN JI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN JINAN BERPIRSYAR E'

Botî da zanîn, komunên cografîk li ser birêxistinkirina jiyanê li herêma lê ye, xwedî erka biryarê ne û got, "Komunên jinan jî ji çareserkirina pirsgirêkên jinan berpirsyar e. Jinên di nava van komunan de cih digirin, ji çareserkirina pirsgirêkên aborî, xweparastin, perwerde û tenduristiya xweser a jinan berpirsyar in."

Botî destnîşan kir, ku bi têkoşîna azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re weke gel û jin ji nû ve vejîn e û got, "Di çarçoveya paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîparêziya jinê de, me xwe ronî kir. Lê ji bo bicihanîna vê yekê, têkoşîneke mezin dibê."

Botî der barê dema pêş de bal kişand ser projeyên xwe yên aborî, rêxistinî û perwedeyê û got, "Ji bo şîdeta li dijî jinê ya ji ber zîhniyeta serdest a mêr rû didin ji holê were rakirin, ji bo jinên di nava komunan de cih digirin ji aliyê zîhnî ve xwe biguherînin, projeyên me yên perwerde û xweparastinê hene. Ev jî projeyên esasî ne."