Bi hezaran jinan bang li AKP’ê kir ku ‘Vê qanûnê bi lezgîn vekişînin’
Di pêşengtiya koma Pêşîgirtina Lezgîn a li Dijî Qetilkirina Jinan, bi sedana jin li Kadikoyê kom bûn, bi meşekê pêşnûmeqanûna AKP’ê ya destavêtinê meşrû bike bi xwepêşanadanekî girseyî protesto kirin.
ANF
STENBOL
şemî, 19 sermawezê 2016, 19:36
Jinên ku deng derxistin, em rê nadin ku destavêt û destdirêj neyên cezakirin, bang li AKP’ê kir ku ‘Bi lezgîn qanûnê vekişînin.’
Bi hezaran jin li dijî pêşnûmeqanûna destavêtinê ya AKP-Qesrê ku meşûr bike li Kadikoyê kom bûn. Jinên ku di pêşengtiya Koma Pêşîgirtina Bilezgîn a li Dijî Qetilkirina Jinan ji Operaya Sûreyya heta Qada Kadikoyê meşiyan li gel dirûşmên “Îsyan” bal kişandin ku divê pêşnûmeqanûan ku pêşiya destavêtinê vedike bi lezgîn vekişînin. Di meşê de pankartên “Qanûna ku destavêtinê meşrû dike vekişîn in” û dowîzên bi nivîsên “Destavêtin nayê meşrûkirin” û “Destavêtin nayê qebûlkirin” li dijî hikûmeta AKP’ê bertekên tund hebûn. Di meşê de mirovên li derdor jî bi kornayên wesayîtên xwe û çepikan piştgirî kirin, jinan bi yek dengî dirûşmên mîna “Dawî li pêşnûmeya dijminatiya zarok û jinan dike”, “Dawî li çîroka pîroz a malbatê bînin”, “Qebûlkirina destavêtinê, tê wateya hevpariyê”, “ Bêdeng nabin, natirsin û bîat nakin”, “Jiyan a me ye, malbata we bila ya we be” û “ Pêşnûmeya îstismarê ya reyîz nabe” qîr kirin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn dem bi dem bi qîrkirina “Îsyanê” çalakiya rûniştinê li dar xistin, deng derxistin. Komîsyona jinan “Qanûna te bila ji bo te be” bertek nîşan da.
‘EV QANÛN PÊŞIYA DESTAVÊTINA ZAROKAN VEDIKE’
Li ser navê jinên ku li gel tilîlî, fîtik û çepikan hatin Qada Kadikoyê Sezen Yilmaz daxuyanî xwend. Yilmaz daxwaz kir ku pêşnûmeqanûn AKP’ê ya têkildarî zarokan li gel kesên destavêt û îstismariyan pevjîn kirin bi lezgîn vekişîne. Yilmaz diyar kir ku bi vê qanûnê temenê razîkirina têkiliyên zayendî ji 15’an dadixe 12’an; ji dozên ku dewam dikin û nû bên kirin bi gotinên “Destûra zarokê hebû” neyên cezakirin. Yilbaz bal kişand ku bi vê qanûnê kesên ji ber van sucan wê bên efûkirin, kesên ku desdirêjî zarokan kirî li gel bidin pevjîn kirin û efû bikin, bi vê yekêve wê li Tirkiyeyê bi kurtahî bi vê qanûnê têkiliyên zayendî yên zarokên keç wê bibe 12 û bi zorê bidin pevjîn kirin. Ev qanûn pêşî li vê yekê vedike.
‘DARBEYEKÎ LI DIJÎ RÊXISTIN KIRINA JINAN TÊ KIRIN’
Yilmaz destnîşan kir ku sucên îstismara zayendî ya ku bi dengê AKP’ê hatiye qebûlkirin li dijî mafê zarok û jinan, pêkanînên navneteweyî ne. Yilmaz wiha got: “Li Tirkiyeyê her ku diçe li dijî destkeftî û mafê jinan û zarokên keç êrîş û zext dewam dikin. Bi vê qanûnê êrîş û zextên li dijî jin û zarokên keç bikin qanûnî. Ev jî tê wateya windahiyekî mezin a destekftî û mafê jinan û zarokên keç.”
EGER KU DI DENGDAN MECLÎSÊ DE YÊN DENGÊ ‘ER Ê’ BIKAR BÎNIN DIBIN HEVKARÊ HEMAN SUCÎ
Yilmaz binî xet kir, yên ku vê qanûnê di Meclîsê de dengên ‘er ê’ bikar bînin, dibin hevkarên sucê îstismara zayendî. Yilmaz bang li hikûmeta AKP’ê û parlementeran kir ku “Bi lezgîn vê qanûnê vekişîn in.”Yilmaz herî dawî ji bo qanûna sosret a ku wê 22’yê Mijdarê li Meclîsê bixin dengdanê jî bang li hemû jinan kir ku li dijî vê qanûnê dengê xwe derxînin.