Êdî wê KJA wek TJA xwe bi rêxistin bike

Di Hevdîtina Jinan a li Amedê hate birêvebirin de ,biryar hate girtin ji niha û şûn de êdî wê KJA bi navê Tevgara Jinên Azad xebatên xwe bi rêve bibe.

Bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li Amedê gelek nûnerên saziyên jinan ên hatine girtin di "Hevdîtina Jinan" de hatin cem hev. Di civînê de jinan govend gerand û bi tililîyan coşa xwe anîn ziman. Di civînê de sînevîzyona ku têkoşîna jinan tîne ziman hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Jinên ku li Salona Konferansê ya DBP'ê ya Amedê civina xwe pêk anîn, biryar dan ku ji niha û şûnde xwe dibin baneyê Tevgera Jinên Azad (TJA) de xwe bi rêxistin bikin û têkoşina xwe berdewam bikin. Di civînê de Dayika Mehmet Yavuzel ê li Cizîrê hat qetilkirin Hanim Yavuzel axivî. Yavuzel ji hemû jinan xwest ku ti carî paşve gavan neavêjin û têkoşîna xwe her bi pêş ve bibin.

'ÊDÎ DAWIYA WAN TÊ'

Yavuzel, anî ziman ku ger ku hewce be wê bi şev û roj têkoşîna xwe li kolanan berdewam bikin û wiha got: "Yên ku têkoşînêmezin bike û bilind bike em dayik û jin in. Em wê şopdên şehîdên xwe bin. Em şopdarên berxwedana wan in. Îro ne roja bêdengiyê ye. Dibe ku saziyên me hatibin girtin, lê ji bo me her kolan û her qad cihê têkoşînê ye. Yên aştî û şoreşê bînin jin in. Ez hem dayika Mehmet û hem jî dayika hemû şehîdên têkoşînê me. Bila dayikên hemû berxwedêran dakevin qadan. Bi salan e em bi ser dikevin û em wê dîsa bi ser bikevin. Gelê kurd ber bi ronahiyê ve diçe.

EM WÊ LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN'

Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik jî wiha got: "Em Rêberê xwe wekî ruhê xwe bi nav dikin. Me li ser perspektifên rêberê xwe KJA ava kir. Hûn nikarin ruhê me dîl bigirin. Dibe ku deriyên me mohr bikin. Lê nikarin fikrên me dîl bigirin. Me dest ji KJA'yê bernedaye. Em wê biryarên nû bidin.

Têkoşîna me destkeftiyên nû pêş xistin. Dixwazin jin serî bitewînin. Lê vê yekê qet bi ser nakevin. Em wê di ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em wê bi berxwedanê bi ser bikevin. Em wê bêtir berxwedana xwe mezin bikin. AKP û MHP êdî dawiya wan e.

Li ser navê meclîsa Jinên DBP'ê heri dawi Fatma Gül axaftina dawî kir û anî ziman ku ew wê têkoşîna Fatmayan, Sêvêyan Sarayan bilind bilind bikin.

RÊXITINA NÛ TJA’YE

Civîna "Hevdîtina Jinan" bi pêşniyar û nerînan berdewam kir. Jinan di civînê de biryar dan ku têkoşîna xwe bi Tevgera Jinan a Azad (TJA) berdewam bikin. Di dengdayînê de biryar hat dayîn ku ji niha û şûnde modela rêxistinbûna xwe bi TJA berdewam bikin.

Jinan civîn bigovendê bi dawî bû.