Li Dusseldorfê çalakiya 25'ê Mijdarê

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jinê, çalakiyek hate lidarxistin.

Komun û meclîsên jinan ên ser bi YJK-Elmanya yên li bajarê Dusseldorf û derdora wê, tevî Buroya Aştiyê ya Jinê CENÎ, saet di 14:00 de ji Stasyona Trenê ya Navendî ya Dusseldorfê dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de dirûşma "Em ê rê nedin faşîzma mêr û dewletê" hat qîrîn û pankartên bi nivîsa "Şîdeta li dijî jinê, îdeolojîk e", "Em li dijî fşaîzmê xweparastinê ava bikin" û "Ji bo têkbirina mêtîngeriyê, XWEBÛN" hatin hildan.

Çalakger ji kolanên navendî yên Dusseldorfê derbas bû û dirûşmên bi zimanê Elmanî û Kurdî yên "Em li ber şîdeta li dijî jinê rabin", "Jin, jiyan azadî" qîriyan.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rewşa jinên şîdet li wan tê kirin, zarokên tên zewicandin û darvekirina li Îran û Afganîstanê tê kirin. Gelê Elman jî bi baldarî çalakî şopand.