JIN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê jinan zextên li girtîgehê protesto kirin
Li Wanê jinan li pêşiya girtîgehê politîkayên tecrîdê bi çalakiyekê protesto kirin. -
Li dijî hilweşîna aboriyê ‘Meclîsa Karkerên Jin’ hate avakirin
Meclîsa Jinan, li dijî krîza aboriyê ‘Meclîsa Karkerên Jin’ îlan kirin û bang li hemû jinan kirin. -
Ruhê serdema azad ji aliyê jinên berxwedêr ve tê afirandin
Hejmara meha Cotmehê ya Rojnameya Mehane ya Jinan Newaya Jin derket. -
Pêdiviya wan bi patron nîne!
Elîf Deger û Fatma Ekîncî ku li dijî hişmendiya nêrza li Cizîrê dest dane hev û dikana terzî vekirine. Herdu jinan diyar kirin ku ji bo avakirina cihê xwe yê kar pêwîstî bi patronan nîne. -
Jin bi konferansan hişmendiya mêr a desthilat dişkînin
Jinên endamên Kongreya Star ên Herêma Efrînê di çerçoveya Konferansa 3'emîn ya Kantona Şehbayê axivîn û gotin: “Hişmendiya mêr a desthilat ku li ser jinê hatî ferzkirin di konferansê de xuya bû ku jinên Şehbayê ev şikandiye.” -
Dayikên Şemiyê tevî dorpêça polîsan jî lihev civiyan
Rejîma AkP’ê îro jî xwest çalakiya Dayikên Şemiyê asteng bike. Tevî zext û dorpêçê jî dayikan daxuyanî da û çîroka Abdulmecît Baskin vegotin. -
Li Colemêrgê 5 leşker hatin kuştin
Fermandariya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan li Çelêya Colemêrgê çalakî li dar xist û diyar kir ku 5 leşker hatine kuştin. -
Li Hindistanê qedexeya hecê ya li dijî jinan hate rakirin
Dadgeha Bilind a Hindistanê, qedexeya hecê ya sedsalan li perestegehekî Hîndû li dijî jinan rakir û hikm kir ku ne li gorî rêgezên wekheviyê ne. -
TJA: DMME bi bazarên siyasî ev biryar daye
TJA'yê biryara DMME'yê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, got, ev bikêrî geşkirina şer û polîtîkayên şer tê. -
Buldan: Em ê qeyûma bişînin qiraatxaneyên Erdogan
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got ew ê mohra xwe li hilbijartinên xwecih bidin û got, ''Em ê qeyûma bişînin qireatxaneyên Erdogan, HDP wê were''. -
Rengê Mor ê Siyaseta Kurd: ‘Gav bi gav têkoşina jin a bilind dibe'
Gulten Kişanak bi vegotina jinên ku di nava siyaseta jina Kurd de peywir girtin û li girtîgehê mayîn; gav bi gav destkeftiyên ku bi têkoşîna jinê hatîn bidestxistin di pirtûka ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ tê vegotin. -
Jinên Elman di kampa Jineolojiyê de hatin ba hev
Li Elmanyayê di navbera 20-23’ê Îlonê de li bajarê Magdebûrg ê bi beşdariya 50 jinan kampa jineolojiyê hate lidarxistin. -
YJK-E bang li jinan kir ku Erdogan protesto bikin
Yekîtiya Jinên Kurd ên li Elmanya (YJK-E) li dijî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a Elmanyayê bangli jinan kir ku 26-28-29’ê Îlonê tevlî çalakiyan bibin. -
Yuksekdag: Bi xebatên xwe serbilindim
Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya rehîn hatî girtin Fîgen Yuksekdga pêk hat. Yuksekdag sûcên heyî red kir, diyar kir ku di pêvajoya têkoşînê de ji xebatên kirî serbilind e. -
Jinên girtî yên li Baybûrtê banga lezgîn kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, diyar kirin ku îxlalên mafên mirovan ên dijwar li dijî wan tên kirin û daxwaza lezgîn kirin ku ÎHD heyetek bişînin girtîgehê. Malbatan jî banga hestyariyê kirin. -
Ozan Canê ji bo Merkel name nivîsî
Hunermenda Kurd Ozan Canê ya yek ji rehîneyê rejîma Erdogan e, ji bo Serokwezîra Elman Merkel a ku wê dawiya hefteyê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re bicive nameyek şand. -
Parêzvana jin û zarokan: Şef Theresa Kachîndamoto
Şefa Malavî Theresa Kachîndamoto ku bi sekna xwe ya li dijî êrîşên zayendî û rabûna li ber zewicandina zarokan tê naskirin, ji bo başkirina jiyana jinan her hewl dide. -
Li Dêra Zorê şer û jiyan….!
Şervanên YPJ’ê yên ku li eniyên pêş ên Pêngava Bagera Cizîrê ya tinekirina şerê terorê cih digirin, şer û jiyanê bi watetir dikin. -
Nûçegîhan Gulistan Azak hate destgîrkirin
Nûçegîhana Jinnewsê Gulistan Azak li Amedê li hewşa walîtiyê 2 saetan li kûlubeyê hate hiştin û polîsên TEM’ê ew birin emniyetê. -
Gerîlaya MLKP’ê Sarîn Awaz li Zapê şehîd bû
MLKP-Kurdistan ragihand ku Sarîn Awaz a bi navê Şevîn Sogut 17’ê Tebaxê li Zapê şehîd bûye. -
YPJ mohra xwe li pêngava 'Dawîkirina Şerê Terorê' didin
Şervanên YPJ’ê yên ku tevlî Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji bo rizgarkirina Dêra Zorê û gundewarên wê ya Bakurê Çemê Firatê hatibû destpêkirin bûbûn, li eniyên herî pêş ên şer cihê xwe digirin. -
'Ez ê bi çeka ku mîrasa xwîşka min e têkoşînê bidomînim'
Azê Viyan ku ji Qersê koçî Elmanyayê kirî û ji wir tevlî gerîla bûyî got rahiştiye çeka cêwîka xwe Navdar û ji cihê ku wê hişî ew ê têkoşîna wê bidomîne. -
Jinên Kurd ên li Rûsya tecrîd protesto kirin
Jinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskovayê dijîn, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li çar parçeyên Kurdistanê yên li ser gelê Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Jinên Botanê di bin sêwan Piştgiriya Xemrî de xwe rêxistin dikin
Aktivîstên Rêxistina Xemîrî ya Piştgiriya Jinên Botan a li Şirnexê hatibû avakirin got: “Em weke jinên Botanê di bin sêwana piştgiriya xemrî de xwe rêxistin bikin.” -
Li Hagenê semînera bi mijara jin, dîrok û zimên çêbû
Li Dergeha Elewî ya Hagenê semînereke bi mijara 'jin, dîrok û ziman' çêbû.