YPJ mohra xwe li pêngava 'Dawîkirina Şerê Terorê' didin

Şervanên YPJ’ê yên ku tevlî Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji bo rizgarkirina Dêra Zorê û gundewarên wê ya Bakurê Çemê Firatê hatibû destpêkirin bûbûn, li eniyên herî pêş ên şer cihê xwe digirin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) mohra xwe Pêngava Bagera Cizîrê ya şerê tinekirina terorê didin.

Şervanên YPJ’ê yên cih di pêngavê de girtine pêş ve diçin. Şervanên YPJ’ê bi çekên xwe yên giran di pêşveçûna şervan û girtina cihên stratejîk de xwedî rolekî mezin in.

Kêliyên şervanên YPJ’ê yên li eniyên  şer….