Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Nûçegîhan Gulistan Azak hate destgîrkirin

Nûçegîhana Jinnewsê Gulistan Azak li Amedê li hewşa walîtiyê 2 saetan li kûlubeyê hate hiştin û polîsên TEM’ê ew birin emniyetê.

Nûçegîhana Jinnewsê Gulistan Azak dema li derdora walîtiya Amedê bû ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin û 2 saetan li kulûbeyeke li hewşa walîtiyê hate hiştin. Bi hinceta ku nehatiye destgîrkirin jî agahî nedan parêzera wê.

Azak beriya ku telefona wê were girtin, gotibû ku ew li walîtiyê dîl hatiye girtin û ji bo destgîkirinê li benda polîsên TEM’ê ne.

Hate hînbûn ku piştî ragirtina 2 saetan polîsên TEM’ê ew birine emniyetê. Sedema destgîrkirina nûçegîhan Gulistan Azak nehate hînbûn.