Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Jinên girtî yên li Baybûrtê banga lezgîn kirin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, diyar kirin ku îxlalên mafên mirovan ên dijwar li dijî wan tên kirin û daxwaza lezgîn kirin ku ÎHD heyetek bişînin girtîgehê. Malbatan jî banga hestyariyê kirin.

Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê li ser îxlalên mafê mirovan û zextên li ser wan tên kirin bi rêya malbatan banga hestyariyê kirin. Girtiyan destnîşan kir ku her roja diçe pêkanînên dermirovî zêde dibin û hefteya borî ji bo protestokirina van pêkanîn û kiryaran ketibûn greva birçîbûnê ya 3 rojan û di vê pêvajoyê de nekarîne hevdîtinê li gel parêzerên xwe bikin.

Girtiyan banga lezgîn kir ku heyetek ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) serdana girtîgehê bike.

ZEXT, ASTENGÎ, GEF, ÊRÎŞÎ …

Girtiyan, destnîşan kir ku di hevdîtina vekirî de rê nayê dayîn ku silav bidin malbatên xwe û destê hev bigirin. Girtiyan diyar kir ku pêkanîna pêwîstiyên serekî yêm mirovan jî tên astengkirin, her tim cezayê peywendî û hucreyê li wan tên birîn û xwarinê sînordar didin wan. Girtiyan anî ziman ku di dema hevdîtinê de bi sepandinên bi lingên tazî ya çûna hevdîtinê li ser wan ferz dikin û li nava qawîşan de zextên bi gotinên; ‘Bi Kurdî neaxivin’ tên kirin. Bi taybet van gotinan beriya hevdîtinê weke gef bikar tînin.

Girtiyan da xuyakirin ku her carê 15-20 heta mehekê cezayê hucreyê lê tên birîn, dema derdikevin bêhandana derve jî gardiyan bîdonên avê û şîşeyên cam tavêjin wan.

Ji bo zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan beriya niha bi dehan car bang hatibû kirin.

Malbatên girtiyan jî gotin: “Hemû pir zeîf bûne” banga hestyariyê li raya giştî kirin.